Pêşmergeyên Dêrin: Em amadene li dijî dagirkeriyê biçin çiyan

Pêşmergeyên dêrin ên ku ji bo azadiya Başûrê Kurdistanê kar û xebat kirine ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk bi bertek in û diyar kirin ku ew amadene li dijî dagirkeriyê berê xwe dibin sînor û çiyayên Kurdistanê û gotin;"Armanca dewleta Tirk ne tenê PKK' ye tevahiya gelê Kurd e."


Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê roj bi roj berdewam dikin û herî zêde ziyan digihî sivîlan. Pêşmergeyên dêrin jî weke beşekên din ên civakê bertek nîşan dan û bêdengiya hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê jî rexne kirin.

Di despêkê de pêşmergeyê Dêrîn yê bi navê Hawrê Derya dagirkeriya Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi ne yekitiya nava mala Kurdan û hêzên siyasî ve girêda. Li gorî Derya nakokiya dinavbera aliyên siyasî de bûye xala lewaz ya Kurdan û got; “Dijmin jî sûdê ji vê lewaziyê digre û siyaseta xwe ya dagirkeriyê li ser Kurdistanê birêve dibe.”

Hawrê Derya balkêşa ser raperîna xelkê Şêladizê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û got; “Xelkê berxwedêr yê Şêladizê di dema borî de li dijî dagirkerî û bêdengiya dewleta Trik şehîd dane. Em divê demê de jî piştgiriya xwe ya ji bo wê raperînê dûbare dikin. Em weke pêşmergeyên dêrîn amadene biçin ser sînoran û parastinê li xak û nîştimaniya xwe bikin.”

Hawrê Derya got ku divê êdî rê bi rejîma dagirkeriya dewleta Tirk neyê dayîn û nehêlin dewleta Tirk sînorê herêma Kurdistanê derbaz bike. Hawrê got; “Rejîma dagirker ya Tirkiye divê li çiyayên me bicih nebe. Hêzên Başûrê Kurdistanê yên li herêmê, divê nehêlin dewleta Tirk li wan deran bicih bibin. Divê xelkê nîştimanperwer li dijî dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê xwepêşandanek mezin lidarbixe.”

Pêşmergeyê dêrîn yê bi navê Xalid Kirjeyî jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman û got; “Xebata me hemû ji bo rizgarî û azadiya gelê Kurd bû. Em bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê û Iraqê dikin, daku sînorek ji bo dagirkeriya dewleta Tirk danin. Bila êdî mala xelk û gundên me neyê wêran kirin.”

Kirjeyî di dewamê de balkêşa ser armanca dewleta Tirk û got; “Armanca dewleta Tirk ne PKK’ye, hemû gelê Kurde. Ew cûdahiyê naxin navbera Kurdan û PKK’ê. Armanca wan têkbirina gelê Kurde. Dewleta Tirk hinek cihan bombebaran dike, lê di rastiyê de ne gerîlayek ne jî baregehek ya PKK’ê li wir heye. Cihên bombebaran dike hemû gundên li herêmêne û xelkê sivîl dike hedef.”

Pêşmergeyê Dêrîn yê bi navê Hêrîş Xidir jî got ku ew weke pêşmergeyên dêrîn, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwedî yek helwestin û got; “Me bi salan xebat ji bo vê xakê kiriye û xwîna xwe rijandiye. Lê em niha di bin metirsiyê dene.”

Pêşmergeyê Dêrîn balkêşa ser komploya dewletên herêmê û got ; “Gelê Kurd çi dema li her çar parçeyên Kurdistanê pêngavên ji bo azadiyê bavêjin, dewletên derdor li dijî Kurdan dibin yek û êrîş dibine ser Kurdan. Ji bo vê em ji bo her erkek yê li dijî dagirkeriyê amadene.”

 (nr)