کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Yekşem, Gelawêj 7, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Pêşmergeyên Dêrîn: Her hêzekî li gel êrişên Tirkiyeyê be ne Kurde

  ROJNEWS- SILÊMANÎ
25/04/2022 - 7:58:44 am
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

BIRWA ESED  / ROJNEWS

Pêşmergeyên Dêrîn ên Herêma Kurdistanê diyar kirin ku her hêzekî li gel êrişên dewleta Tirk a dagirker be, ji dijmin xerabtire , ne kurde û ne jî hestên Kurdîtiyê heye û gotin: “Çawa berê li dijî dijminê welatê me, me şer kir, niha jî amadene li hemberî her dagirkeriyê rabîn.”

Berpirs û endamên Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ên Herêma Kurdistanê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ji Rojnews’ê re axivîn û helwesta xwe anîn ziman.

Cîgirê Serokê Şaxê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn a Silêmaniyê Hemereşîd Qeredaxî  diyar kir ku weke pêşmergeyên dêrîn hemû destdirêjiyên li ser xaka Kurdistanê û leşkerkêşiyê şermezar dikin û got: “Ev çend salin artêşa Tirk û Îranê sînorên Herêma Kurdistanê derbas dikin û bi hînceta hebûna gerîlayên PKK’ê, Komele û Demokrat tên li ser xaka welatê me. Ev jî destwerdane û gavek metirsîdare. Herêma Kurdistanê serbixwebûna xwe heye. Nabe dewleta Tirk bê rez û baxçeyên Kurdistanê tine bike û ziyanê bide welatî û welatê me.”

‘Pêşiya êrişan bigirin û qebûl nekin’

Cîgirê Serokê Şaxê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn a Silêmaniyê Hemereşîd Qeredaxî  ji hemû hêzên Kurdistanê xwest ku pêşiya êrişan bigirin û qebûl nekin û diyar kir ku ji ber ku karê ku dewleta Tirk li dijî  Herêma Kurdistanê dike metirsîdar e.

Herwiha Berpirsê Şaxê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn a Kerkûkê Îbrahîm Mihemed têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê got: “Em weke pêşmergeyên dêrîn ên Kurdistanê li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêma Kurdistanê gelek bifikar in û karek gelek qirêj û nerawaye li dijî miletê me dike.  Her kesê ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê baş bibîne, ew ne Kurde û ne jî hestên Kurdîtiyê heye.”

‘Em ê li dijî êrişên Tirkiyeyê derkevîn’

Îbrahîm Mihemed wiha domand: “Em ê li dijî êrişên Tirkiyeyê derkevîn. Ji ber ku me hemû temenê de di şerê ji bo vî welatî de derbas kir. Niha jî bi enerjiya di laşê me de maye, amadene li hemberî hemû dagirkeriyê derkevîn.”

‘Tirkiye çav berdaye neft û gaza Kurdistanê’

Pêşmergeyê Dêrîn ê li Helebce Mam Feyruz jî wiha axivî: “Tirkiye ji hemû dijminan xerabtire û yên hevkariya wê jî dike, ji wê xerabtire. Armanca Tirkiyeyê dagirkeriye û bi gaz û neftê re birina xezîneya Kurdistanê  ye. Eger hêzên ku hevkariya dijmin dikin, bila hevkariya birayên xwe yên Kurd bin ji ya dijmin baştire. Tirkiye çav berdaye neft û gaza Kurdistanê. Eger hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê dengê xwe dernebin wê Tirkiye biçe Çemçemal.”

Mam Feyruz wiha domand: “Eger em bi xwe jî jêre pêşengiyê nedin wê nekare were. Ez bi xwe li dijî vê me. Hêvîdarim ku PDK pişta birayên xwe yên Kurd bigire û piştgiriya dijmin neke.”

(ab)

Nûçeya berê

‘Bêdengiya li hemberî êrişên Tirkiyeyê xiyaneta nîştimaniye’

Nûçeya pişt re

‘Parastina Iraq di parastina Şengal re derbas dibe’

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Sancar: Wê di meha Îlonê de Tifaqa Kurdî bê ragihandin

Sancar: Wê di meha Îlonê de Tifaqa Kurdî bê ragihandin

Gelawêj 7, 2022
   ‘Gerîla rola xwe dilîze, em kêm dimînin’

HPG: Di Operasyona Şoreşgerî de 39 dagirker hatin cezakirin

Gelawêj 7, 2022

Li Hewlêrê di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

PYD: Qada hewayî li balefirên Tirk bigrin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Îmraliyê bang kir: Êdî bêjin bes e!

Li Efrînê 3 kes ji aliyê dewleta dagirker ve hatin revandin

Nûçeya pişt re
‘Parastina Iraq di parastina Şengal re derbas dibe’

‘Parastina Iraq di parastina Şengal re derbas dibe’

Yên Li Pêş

Bi hunandinê çanda xwe diparêze

Bi hunandinê çanda xwe diparêze

Gelawêj 7, 2022

Yek ji kevneşopiyên ku berbi windabûnê ve diçe, çêkirina tevin, şeleme û parzûn e. Dayîka Taybet Mijinî ku li Wargeha...

Di xwepêşandanên Nifşê Nû de gelek kes hatin binçavkirin

Di xwepêşandanên Nifşê Nû de gelek kes hatin binçavkirin

Gelawêj 6, 2022

Li çend navendên Silêmaniyê li ser banga Nifşê Nû xwepêşandanan destpê kir û hinek rêveberên Nifşê Nû û çalakvan hatin...

Di êrişa dewleta Tirk a li Qamişlo de 4 kes şehîd bûn

Di êrişa dewleta Tirk a li Qamişlo de 4 kes şehîd bûn

Gelawêj 6, 2022

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandin ku di êrişa balafira  bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li Qamişlo...

Li Qamişlo wesayîtek hate bombebarankirin-NÛ BÛ

Li Qamişlo wesayîtek hate bombebarankirin-NÛ BÛ

Gelawêj 6, 2022

Hate ragihand ku balafireke bê mirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li taxa Sînaa ya bajarê Qamişlo wesayîtek...

Xwesteka Sedr a sererastkirina destûrê statuya Herêmê dixe xeteriyê

Xwesteka Sedr a sererastkirina destûrê statuya Herêmê dixe xeteriyê

Gelawêj 7, 2022

Di dîroka avabûna dewleta Iraqê de, cara yekem Kurdan li gorî destûrê beşek zêde ya mafên xwe standin û di...

‘Bûyerên li Iraqê rû didin ji ber bandora welatên cîrane’

‘Bûyerên li Iraqê rû didin ji ber bandora welatên cîrane’

Gelawêj 7, 2022

BIRWA ESHED Çavdêrê Siyasî Felah Selah da zanîn bûyerên li Iraqê rû didin derencama nebûna peywendiyan a di navbera pêkhate...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist