کوردی
العربية
Arşîv
Yekşem, Rêbendan 17, 2021
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

‘Pêwîste bêdengî bê şikandin’

  Roj News
21/06/2020 - 7:08:32 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
rojnews

rojnews

FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Şemî, 20 Pûşper 2020 – 07:35  SILÊMANÎ/ROJNEWS

Bomberdûman û êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Li dijî êrîşên dagirkeriyê welatiyên Herêma Kurdistanê yên bi bertek in gotin ku pêwîst e bêdengî bê şikandin, eger hikûmet nikare welêt bi rê ve bibe, bila kursiyê desthilatdariyê terk bike.

Mamostayên zanîngehê û çalakvanên civaka sivîl ên bajarê Silêmaniyê têkildarî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ji Rojnews re axivîn.

‘Desthilatdariyeke xwedî li kerameta mirovan derkeve nemaye’

Mamostayê Zanîngeha Silêmanî Kamîl Umer ê bi awayekî bi fikar û bêhêvî behsa helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê dike got, “Desthilatdariyeke me ya siyasî ya karibe xwedî li xak, nirx û kerameta mirovên Herêma Kurdistanê derkeve nemaye. Lewma dewleta Tirk bi zanebûna ku hikûmraniyeke nikare desthilatdariyê bike li Herêma Kurdistanê heye êrîş dike û xelkê qetil dike.”

Mamosta Kamîl bal kişand ku belavbûna vîrusa Koronayê li ser welatiyan metirsiyeke, lê bêdengiya li dijî destdirêjiyan malwêraniyê zêdetir dike û wiha dewam kir, “Pêwîst e bêdengî bê şikandin û eger hikûmet nikare welêt bi rê ve bibe, bila kursiyê desthilatdariyê terk bike, meydanê ji bo hêzên din vala bike.”

‘Stratejiya wan jiholêrakirina destketiyên gelê Kurd e’

Endama Partiya Kesk a Kurdistanê Fewziye Ebdulkerîm jî anî ziman ku stratejiya Erdogan û artêşa Tirk dagirkirina xaka Herêma Kurdistanê, jiholêrakirina destketiyên gelê Kurd e û wiha axivî: “Lê belê weke em dibînin, ne hikûmet ne jî gel hest bi vê metirsiyê nake.”

Fewziye îşaret bi nerazîbûnên li dijî dagirkeriyê kir û got, “Divê li tevahî bajaran gel dengê xwe bike yek. Tê xwestin ku siyaset û plangeriya dewleta Osmanî li ser gelê Başûrê Kurdistanê bê meşandin. Divê gelê me rê li ber vê metirsiya niha û di pêşerojê de wê pêre rûbirû were bigire.”

‘Bêdengî cihê fikaran e’

Endamê Koma Wijdan Dilşad Mîranî destnîşan kir ku ji dîroka dewleta Tirk a dagirker diyar e bê çi armanc dike û wiha got, “Lê belê bêhelwestî û bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê ji bo welatiyan cihê êş û fikaran e. Tenê ev nîne, pêkan e niha bûne hevkarên êrîşên dewleta Tirk û pêre xwedî heman helwest in. Em daxwaz dikin ku di parlamentoyê de  di navbera eniya balpiştiya ji êrîşan re û eniya li dijî êrîşan de yekê hilbijêrin.”

 (yş)

 

Nûçeya berê

Sê hezar sivîl ji Reqayê berê xwedan cihên bi ewle

Nûçeya pişt re

‘PDK li Soran û Balekayetî zext li pêşmerge dike ku li dijî PKK’ê şer bikin’

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Şandeya PDK’ê li gel Hizba Sosyalîst civiya

Şandeya PDK’ê li gel Hizba Sosyalîst civiya

Rêbendan 17, 2021
Li Şengalê teqîn

Li Şengalê teqîn

Rêbendan 17, 2021

Li Silêmaniyê ji bo kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ îmze hatin komkirin

Her çar ciwanên Mexmûrê hatin oxirkirin

Cenazeyê her 2 ciwanên Başûr ên li Îtalyayê miribûn spartin axê

Xwediyên zeviyan carek din daxwaza mafê xwe kirin

Nûçeya pişt re
‘PDK li Soran û Balekayetî zext li pêşmerge dike ku li dijî PKK’ê şer bikin’

‘PDK li Soran û Balekayetî zext li pêşmerge dike ku li dijî PKK’ê şer bikin’

Şiroveyekê binivîsin Cevabı iptal et

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

karkerên mexmûrê ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dayîn

Wesayîta karkerên Mexmûrê qeza kir: 4 karkeran jiyana xwe ji dest dan- Hate Nûkirin

Rêbendan 17, 2021

Wesayîta karkerên wargeha penaberan a Mexmûrê ku ber bi Bexdayê ve diçû, qeza kir. Di encama qezayê de 4 karkerên...

Her çar ciwanên Mexmûrê hatin oxirkirin

Her çar ciwanên Mexmûrê hatin oxirkirin

Rêbendan 17, 2021

Her çar ciwanên Wargeha Şehîd Rûstem Cudî yên bi navê Hogir, Denîz, Cîhad û Mehmûd ku di saetên sibehê de...

Dagirkeran li herdu aliyên Heftanîn 814 donim daristan tune kiriye

Dagirkeran li herdu aliyên Heftanîn 814 donim daristan tune kiriye

Rêbendan 17, 2021

BÊRÎVAN ELÎ /ZAXO Dewleta Tirk a dagirker li sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê, dibin navê çêkirina rê û baregehên leşkerî...

   Nasnameya gerîlayê şehîd ê ji Helebce hate eşkerekirin

  Nasnameya gerîlayê şehîd ê ji Helebce hate eşkerekirin

Rêbendan 16, 2021

Komîteya Piştevaniya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ragihand ku gerîlayê PKK'ê Hêja Nasîf Elî Huseyîn (Milîtan Cûdî), di 26’ê Mijdara 2019...

Seroka Parlamentoya Herêmê: Hikumeta me biryarên dijî qanûnê digre

Seroka Parlamentoya Herêmê: Hikumeta me biryarên dijî qanûnê digre

Rêbendan 16, 2021

Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê destnîşankir ku Hikumeta Herêma Kurdistanê biryarên dijî qanûnê digre û got; “Li gorî raporên tên weşandin,...

Ji bo azadiya Rêber Ocalan 2 hezar îmze pêşkêşî NY û PE’yê hatin kirin

Welatiyên Şengalê: Divê ji bo azadiya Rêber Apo her kes rabe ser piyan

Rêbendan 17, 2021

Welatiyên Şengalê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  Şermezar kirin û diyar kirin ku dixwazin Rêber...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist