Perwerdeya ku bi pêşengtiya komîteya Jineolojî tê dayîn, li Wargeha Penaberan a Mexmûr dewreyek ya perwerdê ji bo zilaman hatiye destpê kirin. Armanca perwerdê li ser wekheviya herdu zayendan û hevjiyana azade.
Komîta Jineolojî ya Mexmûrê ji bo pêşxistina fikir û nêrînên zanista jineolojiyê, li wargehê dewreyek a perwerdê ji bo zilaman dane destpêkirin. Têkildarî xebatên xwe û dewreya perwerdê Endama Komîteya Jineolojî ya Mexmûrê, Songul Guler û Endamê Şaredariyê, Hazim Kar yê ku perwerde dibîne têkildarî dewreya perwerdaya hatî destpêkirin ji ajansa me re axivîn û gotin: “Pêwîste herdu zayend li ser rastiya jinê bên perwerdekirin”
Songul Guler di destpêkê de balkişand li ser girîngiya perwerdê ya ji bo pêşxistin û avakirina sîstema netewa demokratîk û wiha got: “Me di 10’ê mehê de perwerdeyek ji bo hevalên xort yên ku di saziyên wargehê de kar dikin da destpêkirin. Armanca me ya ji vê perwerdê guhertin û veguhertinên sîstema heyî û rengek din yê jiyanê di nava civakê de bi cih bikin. Ji bo sîstema netewa demokratîk pêkwere, ne tenê perwerdekirina jin, pêwîstî bi perwerdekirina hemû ferdên civakê heye. Em dixwazin herdu zayendan li ser rastiya hişmendiya dayîk û jinê perwerde bikin. Yek ji lingên sereke perwerde kirina havalên xorte. Li ser vî bingihî 12 hevalên xort yên ku di saziyên wargehê de di xebitin niha perwerde dibînin. Ji bo em bikaribin li ser rastiya sîstema hevserokatiyê xebatek hevbeş bimeşînin û sîstema netewa demokratîk di civakê de bidin avakirin, perwerde tê dayîn. Di perwerdê de nîqaşên germ yên li ser qalibên ku ev 5 hezar salin li ser civakê hatiye ferz kirin tên meşandin.”
Guler di berdawama axaftina xwe de diyar kir ku ew wek komîte wê di perwerde kirina jin û zilaman de berdewam bin û wiha pêde çû: “Armanca me perwerdekirina hemû ferdên civakê ye. Bi qasî ji destê me bê, emê gelê wargehê di aliyê jin û zanista jinê de perwerde bikin. Gelê wargehê gelekî ku perwerde kiriye. Lê em dixwazin hîn zêdetir li ser aliyê jinê û rastiya ku li ser jinê tê ferz kirin, gel perwerde bikin. Ji bo wê jî waneyên ku me di vê perwerdê de bingeh girtîn li ser vê yekê ne. Mînak; Çima jineolojî? Jin û zanist, zanista jinê, jin û jiyan, têgihên jineolijî, dîroka jinê, di nava netewa demokratîk de boyutên bên avakirin û hevjiyana azad tên dest girtin.”
Hazim Kar jî wiha qala perwerdeya ku di bînin kir û got: “Em niha li ser dîroka jin perwerdê dibînin. Wek tê zanîn di dîrokê de mafê jinê, ked û rastiya wê nehatiye ziman. Beriya 5 hezar sal vîna jinê hatiye perçiqandin û wek tine, kêm hatiye dîtin. Lê fikir û felsefeya Rêber Apo fikrê jineolojî ya nû derxistiye holê. Niha ji bo wê têkoşîn û xebat tê meşandin. Jineolojî dixwaze xwe bigihîne jinên cîhanê û jinê bike îrade. Îro di ti yasayên dewletan de mafê jinê nîne. Her roj bi dehan jin tên qetilkirin. Pêwîstî bi têkoşîn û perwerdê heye. Ji bo ku herdu zayend bikaribin bi awayek hevbeş û wekhev jiyan bikin pêwîstî bi fêmkirin û nirxandina jin û jiyanê heye. Ji bo jiyanek azad niha em perwerdê dibînin. Ez bawerim emê encamek baş ji vê perwerdê bigrin. Di nava perwerdê de li ser kêmaniyên heyî nîqaşên berfireh tên meşandin.”