Li Hewlêrê semînera girîngiya yekîtiya Kurd û parastina destkeftiyan

Li Hewlêrê di semînera ku Nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê amadekirî de bal hate kişandin ser erk û cihê Kurdan di pêşbaziyên navdewletî û herêmî de. Di semînerê de hate gotin ku pêwîstiya Kurdan bi yekgirtinê heye û divê bi yekgirtinê li dijî dagirkeriyê rabin.


Nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê di saet 16:30'an de li Baregeha Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê semînerek di jêr navnîşana 'Rol û cihê Kurdan dinav pêşbaziyên navdewletî û herêmî de'  ji bo Mamostayê Zanîngehê Dr. Kameran Mentik û Parlementera HDP'ê Dîlan Dîrayet  amade kir.

Di semînerê de nûnerên aliyên siyasî, çalakvan, çavdêrên siyasî û welatî amade bûn.

Di destpêka semînerê de Parlementera HDP'ê Dîlan Dîrayet axivî. Dîrayet balkişand ser pilanên dagirkeriyê yên li ser gelê Kurd tên meşandin û wiha got; "Dagirker ne tenê kar ji bo biçûk kirina gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê dikin, diheman demê de ew ji bo biçûkxistina Kurdan li herçar parçan dixebitin. Ji bona wê pêwîste hemû hêzên Kurdan bi hevre li dijî van dagirkeriyên dewleta Tirk rabin."

Di dewama axaftina xwe de Dîlan Dîrayet qala rewşa Bakurê Kurdistan, êrîşên li ser gel û endamên HDP'ê kir û wiha pêde çû; "Li Bakurê Kurdistanê roj li pey rojê êrîş û girtinên li ser Kurdan û endamên HDP'ê zêdetir dibin. Bi taybetî jî divê dema hilbijartinê de êrîş hîn zêdetir bûne. Yaku niha dewleta Tirk dike bi tamamî berovajî yasayên navnetwî yên mafê  mirovanin, ji bo li dijî van metirsiyan Kurd xwe bi parêzin, giringe ku hêzên Kurdan hevdû bigrin."

Piştre Mamostayê Zanîngeha Selahedîn Dr. Kameran Mentik axivî, Mentik got ku şerê ku îro li herêmê rûdide ne şerek biçûke, ev şer destpêka şerekî cîhanî ye.

Dr. Kameran Mentik di axaftina xwe de balkişand ser siyasetên Îran û Tirkiyê yên li Rojhilata Navîn û wiha pêde çû; "Îran û Tirkiye di dema aloziyên li herêmê de fersend dîtin ku xwe bihêz bikin. Ev yek jî metirsiyê xist li ser hebûna Amerîka li vê herêmê. Ji bona wê Amerîka di şêwazê siyaseta xwe de dest bi guhertinan kir. Yaku niha rûdide ewe ku Amerîka me dixe nava tengasiyan. Amerîka dixwaze mîna salên berê hebûna xwe li deverê bihêz bike, ji ber ku Îran dixwaze hebûna xwe li ser Iraq û deverê bide ferzkirin."

Herwiha di semînerê de hate gotin ku di egera her guhertinek de pêwîste Kurd hevdû bigrin û cihê xwe qayîm bikin. Ger wisan nekin wê hemû derfetên heyî ji destbidin, wê carek din ji aliyê hêzên dagirker ve werin parçe kirin.

(şk)