‘Peyama Ocalan gelek hêzên demokratxwaz damezirand’

Pênçşem, 8 Berfanbar 2016 – 16:14 

‘Peyama Ocalan gelek hêzên demokratxwaz damezirand’

Hevserokê Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê  Mihemed Abdulah ragihand ku peyama Ocalan li herêmê bûye sedema damezirandina gelek hêzên demokratxwaz û got ku ev ji ne di berjewendiyê Tirkiyê deye, ji ber wê Tirkiye piştevaniya terorê dike.


DANA OMER/SILÊMANÎ

Ji dema ku birayê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, Mehmed Ocalan di 11’ê Îlonê li îmralî hevdîtin pêre kirî û heya niha ti agahiyek li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan nayê girtin.

Der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan de Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Mihemed Abdulah ji ajansa me re ragihand ku tecrîda li ser kesayetiya Abdulah Ocalan, tecrîda li ser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e.”

Mihemed Abdulah wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Tirkiye nikare tecrîda li ser Ocalan berdewam bike. Ji ber ku Tirkiye hem di navxweyî de pirsgirêkan jiyan dike, hem ji di siyaseta derve de gelek nakokî hene.”

Derbarê sedemên tecrîda li ser Ocalan de ji Mihemed Ebdulah wiha anî ziman: “Peyamên Ocalan bandorek mezin li ser siyaseta herêmê heye. Her wiha li ser damezirandina hêzên demokrat û aştîxwazên weke Partiya Demokratîk a Gelan HDP, Hêzên Surye ya Demokratîk û gelek hêzên din ji bandoriya xwe heye ku ne di berjewendiyên Tirkiyê deye. Ji ber wê Tirkiye piştevaniya Terorê dike.”

Her wiha Mihemed Abdulah destnîşan kir ku peyamên Ocalan bandoriya xwe li ser rêveberiya xweser ya li Bakûrê Kurdistanê hebû û got; “Wê yekê rewşa Tirkiyeyê tengav kiriye, ji ber wê Tirkiye tecrîd girankir.”

Hêjayî gotinêye ku berî sê meha Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, bi nameyekê ku bi riya birayê xwe Mehmed Ocalan ragihand bû ku eger Tirkiye amadebe, ew dikare di nava şeş mehan de pirojeyekê ji bo çareserkirina pirsgirêkan amade bikin.

(rk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist