BALEKAYETÎ
Devera Balekayetî ji ber xwezaya xwe ya xweşik bûye yek ji cihên geştiyariyê. Lê ji ber ku hikûmetê ev dever paşguhxistiye, geştiyar di xwe gihandina hin cihên geştiyariyê de zehmetiyan dijîn. Şêniyên gundê Cinêrawe ji bo hatûçona xwe pirek çêkirine. Lê vê pirê bi balkêşiya xwe û ciwaniya xwezaya deverê bala geştiyaran kişandiye ser xwe û salane gelek geştiyar serdana vî cihî dikin.
Şêniyên gundê Cinêrawe ya ser bi bajaroka Rewanduzê bi hevkariya şêniyên gundê Berzêwe pirek çêkirine ku dirêjiya wê 40 metreye û bilindiya wê jî 5 metreye. Ev pir li ser robarê Balekayetî hatiye çêkirin daku şêniyên van gundan bikarin bi asanî di ser vê pirê re biçin Soran û Rewanduzê. Xerciya li pirê hatî kirin jî nêzî 8 hezar dolar bû.
Gundê Cinêrawe çar kîlometran ji navenda bajaroka Rewanduzê dûre. 16 mal lê hene û debara wan li ser muçeyê mehane ye. Li gel vê de jî karê çandinî û lawirvaniyê jî dikin. Di demsalên cûda de berhemên cûda dixin bazaran, bi taybetî jî berhemên wek, mast, penîr û wkd. Xwezayek ciwan a gundê Cinêrawe heye û dikeve qontara çiyayê Hendrên a li ser rêya giştî ya Hamilton. Robarê Balekayetî di naverasta gundê Cinêrawe û Berzêwe de derbas dibe û her du gundan ji hev qut dike.
Ji ber xemsariya hikûmetê û nebûna xizmetguzariyan beriya du salan şêniyên gundê Cinêrawe ya ser bi bajaroka Rewanduzê bi hevkariya şêniyên gundê Berzêwe pirek ya derbasbûnê li ser hesabê xwe bi hesin, borî û têlan çêkirine. Daku bikarin bi hêsanî robar derbasbikin û bi wesayîtan serdana navçeya Soran, Rewanduz û cihên din bikin. Niha vê pirê ciwaniya xwezaya deverê hîn xweşiktir kiriye. Gelek geştiyarên serdana deverê dikin diçin li ser vê pirê ji bo bîranînê wêneyên xwe digrin. Her wiha gelek welatî ji bo masîgirtinê serdana vî gundî dikin û dema xwe li vê derê derbas dikin.
Sedûn Selîm ciwanekî ji Hewlêrê ye û li gel komek hevalên xwe ji bo geştê serdana gundê Cinêrawe kiriye. Sedûn got, “Pira Cinêrawe bala me kişand û ji ber wê em hatine wêneyê xwe li ser bigrin. Destpêkê de tirsiyam li sere derbas bim, ji berku di heje û metirsiya rûxînê jî heye, lê dema mirov di ser re derbas dibe hest bi xweşiyê dike.”
Sedûn Selîm da zanîn li Kurdistanê bi dehan cihên mîna gundê Cinêrawe xweş hene, lê ji ber xemsarî û paşguhxistina hikûmetê ev cih nayên nasîn û geştiyar nikarin serdana wan cihan bikin.
Jina bi navê Gurcê Osman jî xelkê gundê Cinêrawe û da zanîn wê di jiyana xwe de gelek zorî û zehmetî jiyan kiriye. Gurcê got, “Di salên berê de li çiya, dol û deştên devera Soran mijûlê karê komkirina mazî, kezwan, kereng, rêwas û pincar bûm. Lê niha xelkê gundan kêmtir kar dikin. Ji berku muçeyên wan hene û xwe zêde nawestînin. Lê cardin hinek mijûlê çandiniyê û xwedîkirina lawiranin û berhemek kêm bidest dixin. Min bi xwe jî çend çêlekek heye, penîr û mast çêdikim û dişînim bazarê difiroşim.”
Ciwanê bi navê Şikar Mistefa jî ji bo serdanê hatiye gundê Cinêrawe û masiyan digre. Şikar got, “Xwezaya ciwan a vî gundî balkêşe, ji bo masîgirtin û melevaniyê hatime vî gundî.”
Her wiha Şikar da zanîn welatî û geştiyarên serdana deverê dikin xwezayê naparêzin û çopa xwe dirijînin nava robar de.
Ji ber hikûmet giringiyê bi projeyên xizmetguzariyê ya deverê nade, roj bi roj ev gund vale dibin. Bi taybet ji ber nebûna derfetên kar ji bo ciwanên van gundan, ti karek bi dest wan nakeve. Yek ji van gundan jî gundê Cinêrawe, ji ber nebûna derfet û projeyên kar metirsiya valebûna wê heye. Eger heye beşek ji şêniyên gund berê xwe bidin Rewanduz û Soran.
(kş)