Pirtûka Baldar nîv sedeyek xwendekaran fêrî xwendin û nivîsînê kir

Îro 21 sali bi ser wefata dahênerê pirtûka Elif bêya Kurdî Îbrahîm Emîn Baldar re derbaz dibe. Pirtûka wî  nîv sedsal li dibistanan de hate xwendin. Herçendî ku ev 20 salin pirtûka wî jinava bernama xwendinê hatiye derxistin, lê li gorî hin mamostayan bernameya ku Baldar danî ji ya niha serkeftîtir bû.


Piştî nîv sedsalek ji xizmetkirina ji bo fêrkirina zarokên Kurdan bi pirtûka Elif, bê ya Kurdî ya Îbrahîm Emîn Baldar, li sala 1999'an ev pirtûk hate guhertin û diheman salê de pirtûkek ji aliyê Ebdullah Mihemed Emîn ve hate amadekirin. Piştre ew pirtûk jî hate guhertin û  ji aliyê komîsyonek ji 19 kesî ve pirtûkek nû hate amadekirin ji bo perwerdekirina zarokên refa yek a seretayî. Rojnews'ê bi boneya 21'emîn salvegera wefata Îbrahîm Emîn Baldar dosyek li ser jiyana wî amadekiriye û nerîna mamostayan li ser pirtûka Elif bê ya Îbrahîm Emîn Baldar wergirt.

Îbrahîm Emîn Baldar di sala 1920’ê de li Silêmaniyê jidayîkbûye. Her li wir xwendina seretayî temam kiriye. Piştre çûye Bexda û beşa mamostatiyê temam kiriye. Di sala 1940’ê de li Silêmaniyê bû mamostayê dibistana seretayî. Li gelek gund û bajaran mamostatî kiriye. Di vê navberê de ji bo fêrbûna zimanê Kurdî Elîf û Bêya Kurdî nivîsî. Ev destnivîsa xwe ji rêveberiya perwerdeya Silêmaniyê re şand û li vir jî hat qebûlkirin. Piştre ji vir ji bo Bexda hat şandin. Li vir jî hat qebûlkirin. Di sala 1952 de jî hat çapkirin. Heya sala 2003’ê Elîf û Bêya Kurdî di dibistanên Kurdistanê de dihat dîtin.

Îbrahîm Emîn Baldar di 12'ê Tîrmeha sala 1998'an li Bexda koça dawî kir û piştre cenazeyê wî anîn li Silêmanî li goristana Girê Seywan sipartin axê.

Pirtûka Elif Bêy a Baldar di sala 1999'an de hat guhertin û pirtûkek nû ji aliyê Ebdullah Mihemed Emîn ve bi navê Elif Bêy hate amadekirin. Piştre ew pirtûk jî hate guhertin û ji aliyê komîsyonek 19 kesî ve pirtûkek binavê Xwendina Kurdî hate amadekirin û ew pirtûk heya niha jî di dibistanê seretayî de ji bo refa yekan wekî wane tê dayîn.

Niha beşek ji mamostayan bi ser dû nêrînên cûda de dabeşbûne, beşek ji mamostayan diyar dikin ku pirtûka Elif Bêy a ku ji aliyê Baldar ve hatibû nivîsîn, zarok baştir dikarin pê fêrî xwendinê bibin û dibêjin diviya bû nehatiba guhertin. Hinek mamosta jî bernameya niha ji bo xwendinê guncawtir dibînin.

Li ser vê mijarê Nivîskar û Helbestvan Elî Ebdullah Şewnem ku niha temenê wî 94 sale û yeke ji pisporên perwerdê ye û gelek salan mamostayî kiriye, li ser pirtûka Îbrahîm Emîn Baldar wiha got; "Bi rastî Îbrahîm Baldar dahênanek nû kir û tişta ku kêmbû wî temam kir. Ew pirtûka wî jî bi rastî ji bo xwendinê bernameyek serkeftî bû. Ji berwê yekê bi qasî 50 salan ew pirtûk hate xwendin û kesek nekarî bernameyek mîna ya Îbrahîm Emîn Baldar amade bike."

Di dewama axaftina xwe de Elî Ebdullah Şewnem got ku roja ku bernameya wî hat rakirin û li şûna wî de bernameyek nû hate danîn, ne ji ber xeletbû, ji berku şarezabûn di parwerdeyê de tûnebû û kesek nebû reforman têde bike û tişta kêm li ser zêde bike bû.

Mamosta Dilêr Hesen ku ev 16 salin wane dide refa yek a seretayî got; "Hemû pirtûkek ji bo demek tê amadekirin, divê em fikra guhertinan jî bikin. Ger pirtûk ji aliyê kesek tenê ve hat nivîsîn kes nikare destkarî têde bike,  lê dema çend kesek bi hevre amadekir, wêdemê dikare guhertinan dinavde bikin. Ev pirtûka nû ya ku niha wane li ser tê dayîn hîn zêdetir zarok li ser dikarin baldarbin."

Yaku cihê balkêşiyê ewe ku di pirtûka Îbrahîm Emîn Baldar de bi awayek baş hevsengiya rêgezî dihate dîtin. Lê di pirtûkên niha yên waneyên refa yek, du û sê ya seretayî de bi aweyek zêde cûdahî hatiye xistina nava rêgezan de. Ev yek jî li cem pisporan bûye cihê rexneyan.

(şk)