Pirtûka li ser komkujiya Êzdiyan hat çapkirin

Yekem car pirtûkek li ser komkujiya ku çeteyên DAIŞ'ê li ser civaka Êzidî pêkanî hate nivîsandin. Navê pirtûkê 'Pêngava komkujiya Êzidiyan' e. Yek ji amadekarên pirtûkê Hakim Qasim Wesman got: "Hinek kes hene mijara Êzidiyan ji bo berjewendiyên xwe, ji bo berovajîkrina rastiyan û veşartina belgeyan bikartînin."


Piştî 5 salan bi ser komkujiya civaka Êzidî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve pêkhat derbazbûn, yekem car pirtûkek bi navê 'Pêngava komkujiya Êzidiyan' ku li ser kiryar û tawanên çeteyên DAIŞ'ê ye bi zimanê Erebî hate çapkirin. Pirtûk ji aliyê Parêzer Bekir Heme Sedîq û Hakim Qasim Wesman ve hatiye amadekirin.

Di 3'ê Tebaxa sala 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîş birin ser navçeya Şengalê, di êrîşê de çeteyan komkujiyek mezin li ser xelkê Şengalê pêkanî. Bi hezaran jin, zarok û kal dîl ketin destê çeteyên DAIŞ'ê.

Têkildarî naveroka vê pirtûka ku li ser komkujiya Êzidiyan hatiye nivîsîn, yek ji amadekarên pirtûkê Bekir Heme Sedîq ji Rojnews'ê re axivî. Heme Sedîq got; "Pirtûk bi zimanê Erebiye û ji 477 laperan pêktê. Min li gel nûnerê Êzidiyan Hakim Qasim Wesman dest bi komkirina hinek zanyarî û belgeyan kir. Me li gel hinek kesên ku ji destê DAIŞ'ê rizgarbûne û niha li Silêmaniyê dimînin hevpeyvîn pêkanî.  Ev kesên ku me li gel hevpeyvîn pêkanî şahidê kiryar û hovitiya çeteyên DAIŞ'ê ne. Wan kesan gotin ku sucek mezin li heberî wan hate kirin. Tişta ku van kesan gotî me qet destkarî lê nekiriye û gotinên wan kesan nivîsandine. Hinek ji van kesan têde qala navê hinek kes û aliyên siyasî dikin, ev hemû wekî wan gotî me di pirtûkê de nivîsandiye."

Têkildarî pêngav û hewildanên ji bo komkujiya li ser Êzidiyan were pejirandin amadekarê pirtûkê Hakim Qasim Wesman ku bi xwe Êzidiye, got; "Her çendî ku heya niha wekî pêwîst pêngav nehatine avêtin, lê hinek pêngavên ku nû hatine avêtin cihê keyfxweşiyê ne. Piştî biryara Encûmena Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî, niha komîsyonek hatiye şandin û hikûmeta Iraqê jî razîbûna xwe ji bo vê komîsyonê nîşan daye. Ev yek pêngavek giringe, ji ber ku heya hikûmeta Iraqê razîbûna xwe nîşan nede, tu komîsyonek navnetewî nikare kar li ser vê mijarê bike. Diyare Iraq ne endamê Dadgeha Navnetewiye. Herêma Kurdistan ne welatek serbixwe ye. Yan divê bi rêya welatek dost, yanjî Komîsyona Encûmena Ewlehiya Netewên Yekbûyî ve lêkolîn li ser mijarê were kirin. Niha Encûmena Ewlehiyê biryara pêkanîna komîsyonek daye û di qonaxa destpekê de ye."

Di dewama axaftina xwe de Hakim Qasim got ku dadgehek Iraqî bi standartê navnetewî baştir û zûtir dikare lêkolîn li ser vê mijarê bike ji dadgehek navnetewî.

Têkildarî hewildanên komkirina belge û zanyariyan jî Hakim Qasim eşkere kir ku gelek hewildan ji bo komkirina belgeyan hene û wiha pê de çû; "Hinek kes hene di mijara Êzidiyan de hewil didin ji bo berjewendiyên xwe rastiyan berovajî bikin û belgeyan veşêrin. Li aliyê din jî gelek kes hene dinava hewildanên komkirina belgeyan de ne ji bo rastiya vê komkujiyê were eşkere kirin."

(şk)