Pîşekarên Hewlêrê jî daketin qadan

Şemî, 18 Avrêl 2020 – 14:10  HEWLÊR / ROJNEWS

Pîşekarên Hewlêrê jî daketin qadan

Li Hewlêrê ji ber ku ji ber pêşîlêgirtina vîrûsa koronayê destûr nayê dayîn dikan werin vekirin, vê carê jî pîşekar daketin qadan. Xwestin ku rê were dayîn cihên xwe yên kar vekin.


Li Herêma Kurdistanê ji ber qedexeya derketina ji derveya, ya ji ber vîrûsa koronayê destûr nayê dayîn dikanên li bazaran werin vekirin. Ev yek jî bû sedema berteka esnafên Hewlêrê. Piştî ku îro esnafên Hewlêrê û bajazroka Xebat a Hewlêrê ji bo bikarin dikanên xwe vekirin daketin qadan, pîşekarên herêma Pîşesazî ya Başûr jî çalakî lidarxistin û xwestin ku ji bo vekirina dikana destûr were dayîn.

Elî Ehmed ê ku li Herêma Pîşesazî ya Başûr ê wesayîtan çêdike got;”Zêdetirî  mehekê ye me dikanên xwe nevekirî. Jiyana me li ser karê rojane û vê bazarê ye. Tevî vê yekê jî kiriya dikana 350 dolare û her sê salan 260 hezar dînar kiriya tabloyan jî tê standin. Divê êdî dikanên xwe vekîn. Piraniya xelkê hejar û bê îmkanin. Min bi xwe du şagirt hene ku qet dahatek wan nîne. Tenê çavkaniya debara wan ev kare.”

Elî Ehmed wiha domand;”Eger destûrê bidin ku derê dikanên xwe vekin, çi tedbîran bigirin em ê pêk bînin. Bila tenê rê bidin em vekîn. Ji ber ku ev xelk hejare. Divê kiriyê bidin. Ti kirî ji 300 dolaran kêmtir nîne û heta hezar û 500 dolaran diçe.”

(ab)

 

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist