Pîşeyê çêkirina zînan li Silêmanî berbi tunebûnê ve diçe

Dikandarên li bazara Zîn çêkeran a bajarê Silêmanî destnîşan kirin ku niha ji pîşeyê zîn çêkirinê (zînê hespan) tenê nav maye. Herwiha diyar kirin ku niha li cihê zînan kelûpelên amade ku ji derve tên Kurdistanê bi kartînin û difiroşin. Hostayên zîn çêkirinê gotin: "Sedemê nemana vî pîşeyî, ji ber pêşkeftina şaristanyet û giringî pêndana hikûmetê ya ji bo berhemên navxweyî ye."


Bazara Seracan (Zîn çêkeran) yek ji bazarên herî kevnare û pîşeyiye li Silêmanî. Niha ji bilî navê wê tu pîşeyek bi dest were çêkirin di nava bazarê de nemaye. Niha di bazarê de 40 dukan mane û di tu dikanek ji van de êdî zîn nayên çêkirin. Peyva Serac ji Erebî hatiye û tê wateya zîn. Ev bazar dinavbera salên 1930-1940'an de hatiye avakirin. Dikeve li xarê otela Ferac û Hewuza berê ya Silêmanî.

 

Di destpêka avabûna vê bazarê de 10 ta 12 dukan têde hebûn. Ev dikan destpêkê de bi dar û beran hatibûn çêkirin. Pîşeyê ku di van dukanan de dihat kirin, çêkirina zîn û pêdawistiyên din ên ji bo dewaran bûn. Ji ber ku li nêzî otela herî kevin a Silêmanî ya bi navê Ferac cihê xwe digre, di wê demê de xelkek zêde hem ji hindir hemjî ji dervey Silêmanî serdana vê bazarê dikirin. Bivî awayî nav û dengê vê bazarê belav bû.

Di destpêkê de zîn çêkeran karîn ku heya cihekî vî pîşeyî bi pêşxin û giringî pê bidin. Lê niha berovajî ev pîşe berbi nemanê ve diçe. Li ser vî pîşeyî yek ji dikandarên vê bazarê Osman Salihê Serac ku temenê wî 77 sale têkildarî rewşa pîşeyê zîn dirûnê û karê wê ji Rojnews'ê re axivî.

Osman Salih Seracî got: "Li vê bazarê ev pîşe nemaye, tenê navê wê maye, xelk bi pêşkeftina şaristanyetê re dest ji tiştên kevin berdane, zêdetir sud ji berhemên ji derve yên ji welatên wekî Tirkiye û Îranê tên digrin. Ger hikûmet bixwaze ji bo ev pîşe wenda nebe, em çend kesek mane em dikarin cardin vî pîşeyî zindî bikin û çend kesek dinjî li cem xwe fêrî vî pîşeye bikin."

Yek ji dikandarên din ên nava bazarê Newroz Fazil destnîşan kir ku sedemê nemana vî pîşeye girêdayî kes, desthilat û hikûmetê ye û wiha domand; "Hikûmeta Herêma Kurdistanê hikûmeteke di warê parastina kelûpelên netewayetî de bi paşde maye. Ji bo mînak kargehek ya çêkirina pêlavan hebû, me gelek caran ji bo mana wê şer kir, di beram berde hikûmetê tu alîkariyek nekir û bawerî bi karê dest yê nava vê bazarê ne anî. Ji ber wê ev bazara kevnare berbi nemanê ve çûye û tenê navekî wê maye."

Bazara Seraciyan a Silêmanî niha netenê rengê xwe yê kevin guhertiye, di heman demê de şêwazê karkirinê jî têde hatiye guhertin. Niha piraniya dikandaran mijûlî firotina çerm û pêdawîstiyên masî girtinê ne. Hinek ji dikandaran jî qilifê demance û kelû pelên leşkerî di dirûn.

(şk)