‘Piştî 118 salan jî hîna tundiya li hember rojnamegeran didome’

Pênçşem, 21 Avrêl 2016 – 16:00 

‘Piştî 118 salan jî hîna tundiya li hember rojnamegeran didome’

Bi boneya 118’emîn salvegera roja rojnamegeriya Kurdî li Silêmaniyê çend çalakî hatin li darixstin. Rojnameger Dilêr Kemal got; “Piştî derbasbûna 118 salan di ser rojnamegeriya Kurdî re, hîna jî tund û tûjiya li ser rojnamegeran berdewam dike.”


RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

Îro bi boneya 118’emîn salvegera roja rojnamegeriya Kurdî li Zanîngeha Poleteknîkî ya Silêmaniyê , fakûlteya Medîa û Peymangeha Teknîkî ya Ragihandinê û Navenda Mêtro bi dirûşma ‘Netirse, bi azadî binivîse’ çend çalakiyek li dar xistin. Her wiha Xelata Rêzdayînê jî ji bo çend qenal û rojnamegeran hat dayîn.

Der barê naveroka çalakiyan hatin lidarxistin de rojnameger Dilêr Kemal ku ji ajansa me re axivî, wiha got; “Ez bi boneya vê rojê, pîrozbahî li hemû rojnamegeran dikim. Cihê rojnamegeriya Kurdî di têkoşîna rewşenbîriya Kurdî xwe cihekî giringe. Piştî 118 sal derbas bûne jî, lê em hîna dibînin ku îro li Herêma Kurdistanê ta astekê rojnamegeriya Kurdî berfireh bûye.”

Her wiha Dilêr Kemal got; “Lê mixabin her çendî 118 sal derbas bûne jî, lê hîna tûnd û tûjiya li hemberî rojnamegeran berdewame. Her wiha weke me dît di demên buhrî de çewan rojnameger hatin şehîdkirin jî. Ev hemû cihê rexnê ne. Ez hêvî dikim ku rewşa rojnamegeriya Kurdî ber bi pêşde biçe û em bikaribin hîn bi şêweyek aramtar û pisporane karê xwe bikin.”

‘Ragihandinek nîştîmanî nîne’

Dilêr Kemal berdewama axaftina xwe de wiha jî got; “Li gel hinek pêşketinên di çapemeniya Kurdî de jî, belê mixabin çapemeniyek niştîmanî û neteweyî çênebûye. Ev jî sedeme ku nekariye li her çar parçeyên Kurdistanê rolek xwe yê bi bandor hebe. Pêwîst bû çapemeniya Kurd bikariba bigihiştiba asta navneteweyî û niştîmanî ba. Ne ku bêjin Başûr tenê di çarçoveya Başûr de bimîne.”

‘Astengiyên li pêşiya jinên rojnameger didomin’

Her wiha rojnameger Hûze Omer jî wiha got; “Ez weke jinek ciwan a rojnameger ez hemû pîrozbahiyê li hemû rojnamegerên Kurdistanê dikim. Hêvîdarim ku hewldanên zêdetir ji bo rakirina astengiyên li pêşiya rojnamegerên jin bên kirin. Weke îro em dibînin hejmara rojnamegerên jin kême, ev jî ji ber ew astengî û zehmetiyên pê re rû bi rû dibine û ev berdewamin jî.”

(sk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist