Waliyê Silêmaniyê Heval Ebobekir ragihand li ser biryara serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji îro şûnde li sinorê parêzgeha Silêmaniyê tevayî cihên kirîn û firotina çekên bê destur tê girtin.
Piştî ku di 28’ê Hezîranê de li Hewlêrê ji aliyê xwendekarekî ve du mamostayên zanîngehê hatin kuştin, îro jî li Hewlêrê kesek xuşka xwe û zavayê xwe kuşt, hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê qedexekirina çekên bê destur de biryarên nû girt. Li gorî biryarê li hemû bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê wê cihên kirîn û firotina çekên bê destur werin girtin.
Derbarê pêkanîna biryarê de Waliyê Silêmaniyê Heval Ebobekir jî di daxuyaniyek de ragihand, li ser biryara serokê hikûmeta Herêmê û rênmayên wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê, ji îro (30 Hezîran) û şûnde wê bi rêya rêveberiya asayîşa Silêmaniyê li sinorê parêzgeha Silêmaniyê hemû dikan û bazarên firotina çekan werin girtin û bazirganîkirina bi çekên bê destur were qedexekirin.”
Waliyê Silêmaniyê diyarkir her kesek bi çeka bê destur serdana saziyên hikûmetê yan cihek din bike, wê yekser çek jê were standin.
(kş)