Piştî kongreyê MXDŞ'ê yekemîn civîna xwe pêk anî

Li  Komalgeha Dugirê ya Şengalê Meclisa Xwseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) piştî 3. kongreya xwe yekemîn civîna xwe lidar xist. Di civînê de salvegera şoreşa Rojava hate silavkirin.


Li  Komalgeha Dugirê ya Şengalê Meclisa Xwseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) piştî 3. kongreya xwe yekemîn civîna xwe lidar xist. Hemû endamên meclîsê beşdarî civînê bûn. Civînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Di destpêka civînê de 8. salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê li tevaiya civaka Êzidî û gelê Rojavayê Kurdistanê hate pîroz kirin. Herwiha bang li civaka Êzidî hate kirin ku berxwedana gelê Rojava ji xwe re mînak bigirin.

Di civînê de Desteya Rêveber a Şengalê hate avakirin. Qasim Xelef û Rîhan Hiço weke Hevserokên Saziya Desteya Rêveber a Şengalê hatin hilbijartin. Herwiha Mirad Xelef, Selwa  Alî  û Faris Herbo  ji  wek Endamên Saziya Desteya Rêveber a Şengalê hatin hilbijartin.

Nûnerên  rêxistin û saziyên  girêdayî Rêveberiya Xweser a Şengalê yên ku cihê xwe di Desteya Rêveber a Şengalê de digirin  wihane;

YBŞ:  Tîrêj Şengalê

YJŞ:  Jiyanda Şengalî,

Asayîş: Çiya Şengalî,

Tendirustî:  Henan Hecî û Ebdî  Silêman,

Sazaiya Malbatên Şehîdan: Sêvê Meto û Ebdilkerîm

Çand û Huner: Qehtan Elî

Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) Şihab Reşo û Sara Şengalî

Şaredariya Gel: Mirad Ezam

Sazdiya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzdixanê: Îdo Şekir û Rîham Hesen

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ): Xoxê Şengalî

(ab)