PJAK: Êdî sebra gel gihiştiye qonaxa dawî

PJAK’ê bi daxuyaniyekê bang li gelê Kurd yê her çar parçeyên Kurdistanê kir daku xwedî li têkoşîna gelê Rojhilatê Kurdistanê derbikevin. Herwiha di daxuuyaniyê hat diyarkir ku Komara Îslamî ya Îranê di bernameya xwe ya 40 salan de li dijî gel bi hezaran sûc kiriye, ji bo vê sebra gel êdî gihiştiye qonaxa dawî.


Desteya Partiya Jiyana Azadî ya Kurdistanê (PJAK) di derbarê xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de daxuyaniyek nivîskî belavkir.

PJAK’ê di daxuyaniya xwe de balkêşa ser sûcên 40 salan ku komara îslamî ya Îranê hemberî gel dike û wiha hate gotin; “Rejîma faşîsta Îranê xwe bi ser gel daye ferz kirin, êdî sebra gel gihiştiya wê qonaxê ku vê jiyanê red bike. Ev 40 sale bernameya Îranê bi xwere bêkarî, gendelî, qirkirin, asîmlasyon û herî dawî jî qeyrana aborî aniye. Di nava 40 salan de komara Îslamî ya Îranê, hertim îdam û êşkence ferzê xelkê kiriye. Emê bi hemû awayek hemberî zilm û bê rêziyê bin. Em bang li hemû azadîxwaz, mafxwaz û têkoşerên Îranê dikin, hemberî bêdengkirin û kuştina xelkê bêdeng nemînin. Xwedî helwest bin, dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe bigihînin asta herî bilind.”

Herwiha PJAK’ê di dewama daxuyaniya xwe de bang li her çar parçeyên Kurdistanê kir û wiha hate gotin; “Em bang li hemû gelê Kurd yê her çar parçeyên Kurdistanê dikîn, piştevanê têkoşîna gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bin. Bila gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi zane, têkoşîn dijî dîkdatorî, faşîzm û gihiştina ji bo azadiyê ye.”