کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Sêşem, Gulan 17, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

PJAK: PKK mînaka têkoşîna ji bo azadiyê ye

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
26/11/2021 - 8:36:27 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
PJAK: PKK mînaka têkoşîna ji bo azadiyê ye
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) ragihand ku salvegera roja damezirandina PKK’ê her tim destpêkek e ji bo hemû azadiyên gelê Kurd û gelên bindest û PKK mînaka têkoşîna ji bo azadiyê ye.

PJAK’ê bi boneya 43’yemîn salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî da û salveger li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li malbatên şehîdan, li gelê Kurd, li hemû azadîxwazan bi taybetî jin, ciwan, rewşenbîr û azadîxwazên Rojhilatê Kurdistan û Îranê pîroz kir.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“Têkoşîna gelê Kurd bi saya fedakariya Tevgera me ya Gel a bi pêşengiya Rêber Apo de gihiştiye lûtkeyê. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 43 sal bi fedekarî di pêşveçûna vê têkoşîna cîhanî de derbas kir û dikeve sala xwe ya 44’an. Salvegera damezrandina PKK’ê her tim destpêkek e ji bo hemû azadiyên gelê Kurd û gelên bindest.

Damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û têkoşîna bê eman û fedakarane ya Rêber Apo hema bêje nîv sed sal li pey xwe hişt. Avakirina PKK’ê bi saya helwesta Rêber Apo pêk hat û li çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn qonaxeke dîrokî ya nû dest pê kir. Têkoşîna azadiyê ya 43 salan rêya herî bedew, bi wate û birûmet ji bo gelê Kurd vekiriye û bûye ronahiyeke wisa ku rêya berxwedana gelê me ronî bike. Helwesta Rêber Apo û PKK’ê dawî li serdema koledariya gelê Kurd ê bindest anî û bi fedakirina bi deh hezaran şehîdan serdema têkoşîna azadîxwazî û demokratîk da destpêkirin. Kesayeta Kurd ê bindest bûye kesayetek azad û têkoşer û îro pergal û rejîmên zalim, zordar û faşîst ber bi tunebûnê ve diçin.

Derketina PKK’ê nîşan da ku gelê Kurd bi awayekî pir jêhatî dikare di rêya azadî û demokrasiyê de bibe pêşengê mezin ê cîhanê. Bi saya rêya ronî ya Rêber Apo qonaxa tinekirina gelê Kurd ji aliyê faşîzmê ve bi dawî bû. Ger îro li her çar parçeyên Kurdistanê gelê me ji bo pêkanîna azadiyê di qonaxa vejînê de ye, ev yek bi saya jidayikbûna Rêber Apo û fedekariyên bêkêmasî yên Rêberê me ye.

PKK modela têkoşîna azadiyê ye. Îro rastiya PKK’ê û şehîdên wê yên giranbuha ji aliyê gelê me, civakên bindest ên Rojhilata Navîn û azadîxwaz û rewşenbîrên cîhanê ve hatiye fêmkirin û wê mohra dawî li avabûna cîhana nû bide. Hemû azadîxwaz û demokratên cîhanê îro dizanin ku di kûrahiya dîroka PKK’ê de hemleya azadiyê ya domdar heye û gelên bindest pêşengên rast di nava wê de ne. Gelê Kurd îro bi saya van têkoşînan di nûbûn û biryardariya serdema heyî de bûye xwedî hêz û di asta cîhanî de xwedî gotinên bêberdêl e. Têkoşîna gelê me ya îro ne tenê di serdema îro de ye,belku têkoşîneke dîrokî li dijî hemû zilm û zordariya ku di dîrokê de li ser gelan hatiye kirin e. Astengî û zehmetiyên li pêşiya pêşketina gelê me û gelên bindest rakir û bi xurtî rêya azadiyê vekir.

PKK’ê xeta azadiya jinê, stratejiyên rizgariya civakê û rêya parastina ekolojiyê ji bo gelê Kurd û tevgerên azadiyê nîşan daye û rê li ber rêyeke dijwar û xeter vekiriye. Îspat kir ku bêyî azadiya jinê yek ji azadiyên gel û civakên cîhanê pêk nayê û ti sîstemeke faşîst ji holê ranabe. Jinên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê berxwedaneke bêhempa nîşan dan û rejîmên faşîst û baviksalarî hîn zêdetir lewaz kirin. Bi berdêlên mezin, jinan karîbûn daxwazên xurttir li Ewropa û cîhanê bi pêş bixin û jinan bînin qada têkoşînê.

Ji ber ku Rêber Apo gelê Kurd, jin, civak û ekolojî li Kurdistan û Rojhilata Navîn xistiye ser rêya rast a azadiyê, îro bi êşkence û polîtîkayên tecrîdê yên herî giran û hovane re rû bi rû ye. Eşkere ye ku azadiya gelê me, jin û Rêber Apo ji nêz ve bi hev ve girêdayî ye û di sala 44’an a têkoşîna gelan de jî diyare ku wê heman rê were esasgirtin.

Serketinên Rêber Apo yên di berxwedana Îmraliyê de salvegera 43’yemîn a têkoşînê gihandiye lûtkeyê û ji bo hemû beşên civakê bû piştevaniya herî mezin. Di encama vê berxwedanê de sala par jî weke berê zincîra komployên dijmin ên li hemberî gelê me hate pûçkirin. Îro bi hêza berxwedana Rêber Apo, berxwedan û destanên herî mezin ên gerîla li çiyayên çar parçeyên Kurdistanê teşe girtine û bûne hêvana geşedanên pêşerojê. Şerê kîmyawî yê niha jî ji aliyê Tirkiyê ve hatiye ferzkirin, nekariye şikestineke herî biçûk li tevgera rizgarîxwaza Kurd bide.

Îsal hêzên çep, azadîxwazên cîhanê, akademîsyen, rewşenbîr û fîlozofên ji hemû parzemînan, jin, ciwan û kedkarên qada navneteweyî xwe spartin mafdarbûna têkoşîna gel û gerîlayên me û bi teybetî têkoşîna Rêbertiya me, piştgirî dan Rêbertî û gelê me.

Em Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) 43’yemîn salvegera damezrandina PKK’ê li Rêber Apo, li malbatên şehîdan, li gelê me yê fedakar û li hemû cangoriyên azadiyê pîroz dikin, em bang li hemû ciwanan, jinan, rewşenbîr û azadîxwazên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin ku di sala nû ya têkoşînê de jî wek berê bi xurtî piştgirî bidin pêngav û kampanyaya “Na ji faşîzmê re! Dema azadiyê ye” û “Ji darvekirinê re na û ji demokrasiyê re erê”. Dem dema azadiyê ye û gelê me zêdetir nêzî azadiyê ye.”

Nûçeya berê

Êrişên SÎHA’yên Tirkiyeyê ket rojeva parlemena Ewropayê

Nûçeya pişt re

Li Leyla Guvenê 5 sal cezayê girtîgehê hat birîn

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Şandeya Rêveberiya Xweser serdana Tevgera Goran kir

Şandeya Rêveberiya Xweser serdana Tevgera Goran kir

Gulan 17, 2022
Mamostayan carek din xwestin mûçeyê wan were dayîn

Mamostayan carek din xwestin mûçeyê wan were dayîn

Gulan 17, 2022

Li Qeladizê Festîvala Hespsiwariyê

Li Silêmaniyê 130 kesan serdana nexweşxaneyê kirin

Balafira dewleta Tirk malek welatiyan bombebaran kir

Li Xanesorê civîna gel: Em ê heta dawî li Şengalê xwedî derkevîn

Nûçeya pişt re
Li Leyla Guvenê 5 sal cezayê girtîgehê hat birîn

Li Leyla Guvenê 5 sal cezayê girtîgehê hat birîn

Yên Li Pêş

Asayîşa Êzdîxanê bû hêviya veger û parastina gel

Asayîşa Êzdîxanê bû hêviya veger û parastina gel

Gulan 17, 2022

Piştî fermanê bi avabûna hêzên parastina cewherî yên Şengalê re 200 hezar kes vegeriyan ser axa xwe. Di nav 6...

Gerîlayan li Biradostê derbek mezin li Artêşa Tirk dan

Gerîlayan li Biradostê derbek mezin li Artêşa Tirk dan

Gulan 16, 2022

Li Biradostê gerîlayên azadiyê derbek mezin li leşkerên Artêşa Tirk dagirker xistin. Gorî agahiyan gelek kuştî û birîndarên leşkerên Tirk...

Dadgeha Hewlêrê li 5 girtiyên Behdînanê ceza birî

Dadgeha Hewlêrê li 5 girtiyên Behdînanê ceza birî

Gulan 16, 2022

Piştî 17 mehan 5 girtiyên Behdînanê hatin dadgehkirin û Dadgeha Hewlêrê li her yek ji wan 2 sal cezayê girtîgehê...

Komkujiya Hewlêrê li Mexmûrê hate şermezar kirin

Komkujiya Hewlêrê li Mexmûrê hate şermezar kirin

Gulan 16, 2022

Li wargeha Mexmûrê Komkujiya Hewlerê bi tundî hate şermezar kirin. Li ser navê kesên di komkujiyê de hatin windakirin û...

Li Xanesorê civîna gel: Em ê heta dawî li Şengalê xwedî derkevîn

Li Xanesorê civîna gel: Em ê heta dawî li Şengalê xwedî derkevîn

Gulan 17, 2022

Li Bajarokê  Xanesorê ya  Şengalê li ser geşedanên dawî yên li herêmê, ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û...

Li Mexmûrê TJCM-TCM’ê li dijî tecrîdê dest bi rêze çalakiyan kirin

Li Mexmûrê TJCM-TCM’ê li dijî tecrîdê dest bi rêze çalakiyan kirin

Gulan 16, 2022

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan yên Mexmûrê û Tevgera Ciwanên Mexmûr (TJCM-TCM) bi...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist