PJAK’ê pîrozbahiyên salvegera damezrandina xwe rawestand in

Pênçşem, 26 Mar 2020 – 11:56  NAVENDA NÛÇEYAN

PJAK’ê pîrozbahiyên salvegera damezrandina xwe rawestand in

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) pîrozbahiyên salvegera damezirandina xwe û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber metirsiya vîrûsa korona rawestandin. Herwiha PJAK’ê eşkere kir ku rejîma Îranê jiyana Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û tevahiya gelên Îranê xistiye rewşek metirsîdar de.


Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ji berî 16 salan di 4’ê Nîsanê de hate damezirandin û di heman demê de 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne. Rêxistina PJAK’ê ya Ewropa bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji ber metirsiya vîrûsa korona wê îsal pîrozbahiyên girseyî neke.

PJAK’ê ragihand ku salene li derveyî welat bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û damezirandina PJAK’ê şahiyên girseyî bi beşdarbûna aliyên siyasî lidar dixist,  lê biryar daye ku îsal ji ber vîrûsa korona ya li cîhanê belav dibe, pîrozbahiyên girseyî neke.

PJAK’ê diyar kir ku ji ber belavbûna vîrûsa koronayê nabe gelê Kurd di warê parastina tenduristiya xwe de xemsar be û daxwaz dike ku li her cihê ku derfet heye, bi erka berpirsyartiyê rabin û alîkariya gelê Rojhilatê Kurdistanê were kirin.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) dubere kir ku desthilatdariya Îranê nekariye ji bo parastina mal û rewşa gelê Kurd û gelên din ên Îranê re bibe bersiv û eşkere dike ku ji ber bê bernameyiyê û nebûna derfetên pêwîst ên derman çarenûsa tevahiya civaka Îranê xistine metirsiyê de û her ku diçe rewş ji bo gelê Kurd û gelên din metirsîdartir dibe.

(ab)  

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist