کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Pênçşem, Pûşper 30, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

PKK: Xwedî li şehîd Yasîn Bûlut derkevin û xwedî helwest bin

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
17/09/2021 - 12:04:23 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
PKK: Xwedî li şehîd Yasîn Bûlut derkevin û xwedî helwest bin
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku dewleta Tirk, hevalê wan Yasîn Bûlût (Şukru Serhat) li pêşiya mala ku lê dima bi rengekî hovane qetil kir. PKK’ê di daxuyaniya xwe de got; “Xwedî li şehîd Yasîn Bûlût derkevin û bibin xwedî helwest. Em tevger dev ji vê rûdanê naberdin û emê li bîranîna hevrêyê xwe xwedî derkevin.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê bi sernavê “Daxuyaniya lezgîn ji bo raya giştî” daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Rêxistina kontra ya dewleta Tirk a faşîst MÎT û kontrayên noker ên ser bi wan ve, du roj in li bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê êrişî welatparêzên Kurd ên Bakurî û hevalên me dikin. Dewleta Tirk a kujer û nokerên wan îro (17.09.2021) serê sibehê hevalê me Yasîn Bûlût (Şukru Serhat) li Silêmaniyeyê ku ji bo tedawiyê lê bû, li ber mala ku lê dima bi rengekî hovane qetil kir. Hevalê me Yasîn Bûlût serê sibehê ji malê derket ji bo biçe nexweşxaneyê. Di vê kêliyê de kontrayekî Tirk ji pişt ve nêzî wî bû, lê da û ew şehîd xist. Ev kuştina bi hovane ne tenê êrişek li dijî me ye, êrişek li dijî tevahiya xelkê Başûr û aramiya Silêmaniyeyê ye.

‘Plankirî bû’

Rojek beriya vê kuştina hovane, heman hêzan li kargeha wî li welatparêzê Kurd Ferhat Bariş Kondû xistin ku Kondû penaberekî siyasî yê Bakurî ye. Rûdana van herdu bûyeran li pey hev, nîşan dide ku Erdogan ê faşîst û rêxistina wî MÎT’ê bi rengekî plankirî dest bi rêzekomkujî û kuştinên siyasî kiriye. MÎT a Tirk li vê derê ewçend bi hêsanî û serbest terora dewletê ya daîmî dike. Ji ber vê yekê jî di serî de hikumeta Başûr divê berpirsyarên herêma Silêmaniyeyê tavilê daxuyaniyeke lezgîn bidin û tedbîrên pêwîst hemûyan werbigirin. Ev êrişa hovane li dijî xelkê me yê Silêmaniyeyê ye, li dijî aramî û ewlehiya vî bajarî ye. Eger dewleta Tirk a faşîst dikare ku li her parçeyekî Kurdistanê komkujiyan bike, ev yek li me Kurdan ferz dike ku bi lezgînî helwesteke hevpar nîşan bidin û tedbîran werbigirin. Eger li hemberî van komkujiyan helwest neyê nîşandan, kujer tavilê neyên girtin û neyên teşhîrkirin wê komkujer hêzê ji vê yekê werbigirin.

Bang

Em Tevgera Azadiyê ji bo têkoşîna ku hevalê me ji bo gelê Kurd dayî, li keda 40 salan û hewldana wî bi xwedîderketina li bîranîna wî têkoşînê geş bikin û bersivê bidin. Hevalê me yê 64 salî bi salan ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi ruh û can xebitiye û bi şoreşgerên wiha re ku di vê rêyê de şehîd bûne, xebitiye. Hevalê me Yasîn Bûlût (Şukru Serhat) ku li gel temenê wî zêde bû jî û nexweşiya xwe jî ev kedeke mezin daye, herî dawî dema ku nexweşiya wî lê giran kirî, ji bêgavî çûye Silêmanî, li wir xwestiye ku tedawî bibe. Lê dewleta Tirk a faşîst ji ber ku ji bo her Kurdî fermana kuştinê daye, li naverasta kuçeyê êrişê dibe ser mirovên nexweş û qetil dike. Gelê me bi rengekî ku layiqî têkoşîna hevalê me Yasîn Bûlût be divê li şehadeta wî xwedî derkeve. Di serî de gelê me yê welatparêz ê Başûr, em bang li hemû partiyan û kesayatan dikin ku helwesta xwe nîşan bidin, xwedî li şehîd Yasîn Bûlût derkevin û bibin xwedî helwest. Em tevger dev ji vê rûdanê naqerin û em ê li bîranîna hevrêyê xwe xwedî derkevin.”

Nûçeya berê

Ji dengê Şehîd Şukrî Serhed têkoşîna azadiyê û berxwedana Zindana Amedê

Nûçeya pişt re

Di 2 rojan de 2 êrîş û bêdengiya hikûmeta Başûr

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Li taxek ya Silêmaniyê teqîn çêbû- Hat Nûkirin

Li taxek ya Silêmaniyê teqîn çêbû- Hat Nûkirin

Pûşper 29, 2022
PKK: Gavên berfirehkirina NATO’yê îlana dijminatiya gelê Kurde

PKK: Gavên berfirehkirina NATO’yê îlana dijminatiya gelê Kurde

Pûşper 29, 2022

Artêşa Tirk gundên Şehbayê topbaran dike

Çeteyên dewleta Tirk li Şêrawa welatiyek bi temen qetil kir

HRE: 8 leşkerên Tirk hatin kuştin

Yasaya Sererastkirina Neft û Gazê di berjewendiya PDK’ê de hat pejirandin

Nûçeya pişt re
Di 2 rojan de 2 êrîş û bêdengiya hikûmeta Başûr

Di 2 rojan de 2 êrîş û bêdengiya hikûmeta Başûr

Yên Li Pêş

Li taxek ya Silêmaniyê teqîn çêbû- Hat Nûkirin

Li taxek ya Silêmaniyê teqîn çêbû- Hat Nûkirin

Pûşper 29, 2022

Ji beriya çendekê li yek ji taxên Silêmaniyê dengê teqînek hat bihîstin, tê gotin ji ber teqînê birîndar hene. Lê...

Leşkerên Tirk ji tirsa nikarin serê xwe rakin

Leşkerên Tirk ji tirsa nikarin serê xwe rakin

Pûşper 29, 2022

Li gorî dîmenên ku ji aliyê gerîla ve hatine tomarkirin, leşkerên Tirk ên dagirker ji tirsan nikarin serê xwe rakin...

PKK: Gavên berfirehkirina NATO’yê îlana dijminatiya gelê Kurde

PKK: Gavên berfirehkirina NATO’yê îlana dijminatiya gelê Kurde

Pûşper 29, 2022

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê diyar kir ku gavên berfirehkirina ya NATO’yê, îlana dijminatiya li dijî gelê Kurd e got:...

Gelê Mexmûr: Rêbertî tekane rêya çarseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîne

Gelê Mexmûr: Rêbertî tekane rêya çarseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîne

Pûşper 28, 2022

Ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî û cezayê displînê yê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî birîn, li Wargeha...

Li ber gorên komî pirsa ji hikumeta Iraqê: Ka mafê Êzidiyan, ka jenosit?

Li ber gorên komî pirsa ji hikumeta Iraqê: Ka mafê Êzidiyan, ka jenosit?

Pûşper 29, 2022

ÊZDÎN ŞENGALÎ- ROJNEWS Endamê şandeya eşayîrî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Nayîf Şemo, vekirina gorên komî yên gundê Qinê wekî...

‘Divê serokkomarê Iraq û serokê Herêmê li dijî dagirkeriya Tirk xwedî helwestek cidî bin’

‘Divê serokkomarê Iraq û serokê Herêmê li dijî dagirkeriya Tirk xwedî helwestek cidî bin’

Pûşper 29, 2022

KNK û Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin û daxwaz ji serokkomarê Iraq...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist