Polîsên êrîşê xwepêşandêrên Silêmaniyê kir, nûçegihanê Newroz TV binçav kir

image_print

Yekşem, 7 Gelawêj 2016 – 19:41 

Polîsên êrîşê xwepêşandêrên Silêmaniyê kir, nûçegihanê Newroz TV binçav kir

Hêzên polîsan ên ku êrîşê girseya li Silêmaniyê xwestin ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bikin, xwepêşandan li dar xistin kirin, nûçegihanê Newroz TV Afat Baz ê ku çalakî dişopand binçav kirin.

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

Îro saet 17:00’ê li Cadeya Salim a Silêmaniyê bi pêşengiya Tevgera Azadî girseya ku xwestin bi meşekê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bikin, rastî astengiya hêzên polîsan hatin.

Piştî girseyê li ser çalakiya xwe israr kirin, hêzên polîsan bi gaza îsotê êrîşê girseyê kir. Hêzên polîsan gelek xwepêşandêr birîndar kirin, nûçegihanê Newroz TV Afat Baz ê ku li cihê çalakiyê weşana zindî dikir, hat diyarkirin ku hêzên polîsan kamereya wî şikandin û ew jî binçav kirin.

Weşana zindî ya li cihê çalakiyê dihat kirin hat rawestandin, di navbera hêzên polîs û xwepêşandêran de hîna jî rageşî didome.

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist