Qaymeqamê Xurmatû yê Tirkmen li Hewlêrê ye û Iraq lê digerî

Qaymeqamê ku ser bi partiya Tirkmenane 20 rojin nevegeriyaye li ser karê xwe û diyar nîne jî wê kengê vegere. Qaymeqamê bi wekalet jî eşkere kir ku daxwaza 15 rojan dem kiriye.


Qaymeqamê Xurmatû Dr. Hesen Zeyin Elebadîn ji ber gendeliya di dema Rêveberê Giştî  ya Tenduristiya Parêzgeha Selahedînê tê sûcdar kirin. Di meha Îlonê de Desteya Destpakî ya Parêzgeha Selahdînê biryara girtina Qaymeqamê Xurmatû Dr. Hesen Zeyin Elebadîn da. Piştî ku biryar hate dayîn, Qaymeqamê Xurmatû Dr. Hesen Zeyin Elebadîn bi hînceta ku geştkirinê ji Walîtiya Selahedînê 20 roj destûr girtîbû, lê hîn nevegeriya ye. Ji berî niha Rêveberiya Polîsên Xurmatû ragihandibî ku qaymeqam xwe gihandiye Hewlêrê.

Piştî ku qaymeqamê Xurmatû ji navçeyê derket, Hêzên Dijî Terorê û hêzên polîsan dest bi lêgerîna wî kirin û li ser mala wî û cihê karê wî de girtin.

Qayemqamê bi wekalet ê Xurmatu Talîb Mihemed ji Rojnews'ê re axivî û diyar kir ku 20 rojên destûra Dr. Hesen Zeyin Elebadîn temam bûye û got;"Lê ji bo destûrê daxwaza 15 rojên din kiriye. Tişta ku agahiya min jê heye, heta niha walî bersiva wî nedaye ku destûrê biditê yan neditê. Eger destûrê biditê, wê li bendê bin ku 15 rojên wî temam bibe. Eger destûr neda jî, li gorî yasayê walî dikare kesek din weke qaymeqamê navçeyê erkdar bike û wî bi fermî ji kar dûr bixe. Lê divê wê demê ji aliyên Tirkmen were pirsin.  Ji ber ku ew nûnerê Tirkmenan bû."

Li ser heman mijarê, Rêveberê Polîsên Xurmatû Emîd Hisên Elî ji Rojnews'ê re axivî û got;"Ferma girtina qaymeqamê Xurmatû heta ku tê girtin, derbasdare. Ti guhertin têde çênebûye. Polîs û hêzên ewlehiyê lêdigerîn. Li kûderê bibînin wê bigirin. Biryar tenê li Herêma Kurdistanê kar pê nayê kirin. Li gorî yasayê niha revî tê hesibandin."

Li gorî zanyariyan, mijara geş kirina gendeliya Dr. Hesen Zeyin Elebadîn peywendî bi nakokiyên di navbera aliyên Tirkmenên Şîe û aliyên nakokî çêkirin ve heye. Dixwazin berpirsê leşkerî û siyasî yê Heşdî Tirkmen bikin qaymeqamê navçeyê.

Ji roja destpêkirina pirsgirêka qaymeqam ve, parêzvanên wî û kesên nêzî wî bûn û li gel diçûn dewamê neçûne li ser kar.