Qedexeya çûnûhatinê li Şengalê heta 1'ê Nîsanê hat dirêjkirin

Ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa korona li Şengalê Rêveberiya Xweser dema qedexeya çûnûhatinê heta 1’ê nîsanê dirêjkir.


Desteya Rêveberiya Xweser ya Şengalê ji bo ku pêşî li belavbûna vîrûsê bigire dema qedexya çûnûhatinê ku di 16’ê Adarê heta 26’ê Adarê ragihandibû, heta 1’ê Nîsanê dirêj kir.

Têkildarî mijarê Desteya Rêveberiya Xweser daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;

“Di serî de em spasiya gelê xwe dikin ku li hember vê nexweşiyê xwedî tedbîr in û ji bo parastinê dibin alîkar û talîmatên ku têne dayîn pêktînin. Pêkanîna van qanûnan bi serê xwe têkoşîneke mezin e li hemberî xwe parastina ji vê nexweşiyê. Weke tê zanîn li Şengalê heta niha nexweşiya vîrûsê lê nehatiye tomarkirin . Heta niha Şengal ji vê nexweşiyê paqije. Her ku diçe ev nexweşî zêde dibe, her diçe bi zehmetir û aloztir dibe. Heya niha tu derman jî nehatiye peydakirin ji derveyî xwe parastinê. Tenê xwe parastin çareseriya vê vîrusê ye.

Ji bo vê em bang l gelê xwe dikin ku hîn bêhtir hişyarbin, xwe biparêzin û rewşeke lezgîn nebe ji malê xwe dernekevin. Her wiha ji bo ciwanên Êzidî yên ku di hêzên leşkerî de kar dikin dewama wan ji derveyî Şengalê be pêwîste bidin sekinandin. Cihê ku ew lê, li wir bimînin û ti hewldana nekin ji bo werin. Di vê rewşê de heta rewş zelal be cihê ew lê, li wir bimînin.

Ji ber em derfetên xwe dizanin. Ger ev nexweşî derbasî Şengalê bibe wê rewşa gelê me bikeve xeteriyekî mezin. Ji ber derfetên tenduristiyê li Şengalê pir sînordar in. Ji bo em nekevin rewşekî ewqas zor û zehmetîyê xwe parastin dermanê herî rast e. Ji bo wê berî her tiştî em tedbîrê xwe yên parastinê bigirin. Mirovên ku ji derve tên Şengalê divê em zêde xwe tekîlî wan nekin, kombûnên mezin çênekin, şahî û dawetan ji binî de bisekinin, ji derveyî dikanên pêwîstiyên jiyanê lê heyî hemû dikan û tevger li tevahiya komelgehan were sekinandin. Her wiha ji bo pêşiya belavbûna vê nexweşiyê bigirin telîmatên ku komîteya masa krîzê dide pêkbînin û li gorî wan telîmatan tevbigerin. Ji ber ev komîte rewşa heyî kêlî bi kêlî dişopîne û li ser wî esasî biryar û tedbîran digirin. Ev telîmat ji bo herkesi derbasdar e û pêwîst e herkes li gorî telîmatên komîteyê tevbigere.

Weke Desteya Rêveber a Şengalê qedexeya heyî em heta 1’ê Nîsanê dirêj dikin. Li gorî rewşê emê qedexekirinê her car dewam bikin. Di dawiyê de em ji gelê xwe re tenduristiyek saxlem dixwazin. Hêviya me ew e ku bi alîkariya gelê me emê bikaribin tenduristiya xwe biparêzin.”

(xb)