QSD: Di 24 saetên dawî de 13 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bîlançoya Berxwedana Rûmetê ya24 saetên dawî eşkere kir.


QSD’ê diyar kir ku di şer û berxwedana li eniyên Til Temir, Zirgan û Eyn Îsa de 13 dagirker hatine kuştin. QSD’ê her wiha destnîşan kir ku di encama berxwedaneke mezin ya li dijî dagirkeran de 12 şervanên wan jî şehîd bûne.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;

 “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tevî peymana agirbestê jî bi hemû hêza xwe ya teknîkî ji aliyê bejahî û hewayî ve li seranserê sînorê Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên xwe yên dagirkirin û qirkirinê didomîne û peymana agirbestê binpê dike.

Eniya Til Temirê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe ji bejahî û hewayî bi balafir û çekên giran didomîne.

Eniya Zirganê

Artêşa dagirker û çeteyên wê bi tang û çekên giran êrişek li ser gundê Til Mihemed pêk anî.

Eniya Eyn Îsa

Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê bi çekên giran û tankan bi dijwarî êrişî gundên Xirbet Faris, Şergirakê, Zenûba, Mesûdiyê, Dibis, Xirbet Kerem, Qiz Elî, Kefîfa û Webdê kirin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiv da êrişan û şerekî dijwar qewimî. Di encama bersivdana hêzên me de li nêzî rêya M4 ya navneteweyî 2 wesayîtên leşkerî, erebeyeke doçka barkirî û tangek hatin rûxandin, rextek û 3 çek Jî hatin desteserkirin. Her wiha 13 çete û leşker hatin kuştin, 19 jî birîndar bûn.

Bi giştî di encama êriş û bersivdayîna hêzên me de, 13 çete û leşker hatin kuştin, 19 jî birîndar bûn.

Di vê berxwedanê de 12 hevalên me şehîd û 7 hevalên me jî birîndar bûn.”