QSD’ê encama 24 saetên dawî ya ‘Berxwedana Rûmetê’ eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê encama 24 saetên dawî a Berxwedana Rûmetê eşkere kir.


Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encama 24 saetên dawî a Berxwedana Rûmetê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê eşkere kir.

QSD’ê diyar kir ku di 24 saetên dawî de êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi çekên giran û balafirên bê mirov berdewam kirine.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

"Artêşa dagirker û komên çete yên bi ser wê ve, êrişên xwe yên bi çekên giran û balafirên bêmirov dewam kirin.

Til Temir

Artêşa dagirker, bi armanca amadekariya dagirkirina herêmên nû, bi balafirên bêmirov li seranserê eniyê tevgera xwe domand.

Eyn Îsa

Artêşa Tirk a dagirker gundê Bîr Kîno yê nêzî herêma Qiz Elî bi tank û obusan bi dijwarî topbaran kir. Artêşa dagirker her wiha gundê Mişêrfa da ber obus û hewanan û di encamê de ziyanên madî gihîştin mal û milkên şêniyan.

Di encama êrîşên artêşa dagirker a bi çekên giran de 2 hevalên me şehîd ketin, 4 hevalên me birîndar bûn."