QSD’ê li gundê Mesûdiyeyê derbeke giran li dagirkeran xist

Şervanên QSD’ê êrîşa artêşa Tirk ya dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundê Mesûdiyeyê têk bir û wesayîteke dagirkeran hat teqandin.


Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Mesûdiyeyê yê Girê Spî kirin. Şervanên QSD’ê bersiv dan êrîşên dagirkeran û di encama şerekî giran de wesayîteke leşkerî ya dagirkeran hat rûxandin.

Dagirekran duh jî êrîşî rêya navneteweyî (M4) kiribûn li ser bersivdana şervanên QSD’ê 24 dagirker hatibûn kuştin.