QSD: Êrişên dagirkeriyê didomin

QSD’ê ragihand ku êrîşên dagirkirina cihên nû yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didomin.


QSD’ê têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;

“Di 21-22'ê Çileyê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sawumayê Eyn Îsa, gundên Xirbet Beqer, Sewan û Erîda bi obus û hawanan topbaran kirin. Di encamê vê topbaranê de ziyanên madî gihişt welatiyên heremê.

Di 22'ê Çileyê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um el-Kêf bi obus û hawanan bombebaran kir.

Di 24'ê Çileyê de artêşa dagirker û komên çete ji gundên Erîşa, Qasimiyê, Reyhaniyê, Ebû Hêla, Mikran Begara, Dawudiyê, Ewêyşa û Erbaîn erîşekî berfireh birin li ser noxteyên artêşa Suriyê û Meclîsa Leşkerî ya Suryanî. Di encama bersivdayina hêzên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî de , hejmarek çete hatin kuştin, wesayîtekî leşkeri hatiye imha kirin. Herwiha gelek cebilxane hatine desteserkirin.

Her wiha di navbera 21-24'ê Çileyê de li ser herêmên Firat û Cizîrê tevgera balafirên bê mirov bênavber berdewam kir.”

(şk)