کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Çarşem, Rêşemî 1, 2023
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

QSD’ê bîlançoya êrişên 28-29’ê Mijdarê eşkere kir

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
30/11/2022 - 5:00:25 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
QSD: Dewleta Tirk di 15 rojan de 225 caran êriş kirye
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya roja 28-29’ê Mijdarê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bîlançoya êrişên artêşa Tirk a dagirker a 28-29’ê Mijdarê eşkere kir.

Di daxuyaniya QSD’ê de wiha hate gotin:

“Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên honave li dijî herêmê didomîne. Jiyana zêdetirî 5 milyon sivîl û bi sed hezaran koçberên herêmên din ên Sûriyeyê dixe xetereyê. Ev 10 roj in dewleta Tirk êrişî herêmê dike û zirarên mezin gihand mal û milkên şêniyan û binesaziya herêmê.

Bîlançoya rojên 28 û 29’ê Mijdarê yên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê wiha ye:

BÎLANÇOYA 28’Ê MIJDARÊ:

Herêma Cizîrê: Dewleta Tirk a dagirker gundê Guzeliyê yê Til Temirê 6 caran bi çekê giran topbaran kir, di encamê de zirarên madî gihaştin malên welatiyan.

Herêma Firatê: Dewleta Tirk a dagirker gundên Cîsan, Ziyaret, Zormixar, Carxilî, bajarokê Şiyûx, Kaniya Kurda û Girê Meştenûrê yên Kobanê 5 caran bi hewan û 2 caran bi çekên giran topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker gundên Selîbiye, Qezelî, Cideyde, Mieleq û Seyda yên Girê Spî bi çekên giran û hewan topbaran kirin.

Dewleta Tirk gundên Ewn Dadat, Til El Hemam ên Minbicê 2 caran bi hewan topbaran kir.

BÎLANÇOYA 29’Ê MIJDARÊ

Herêma Efrîn û Şehbayê: Dewleta Tirk a dagirker gundên Meyase, Bênê, Soxanekê, Şewarxe, Tinib, Tatmeraş, Merenaz, Elqemiyê, Îrşadiyê, Zîwan, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Keştar, Bendava Şehbayê, bajarok Til Rifet 63 caran bi çekên giran, 11 caran bi hewan, 2 caran bi tankan, topbaran kirin. Di encama topbarana li ser gundê Soxanekê de 2 welatî birîndar bûn.

Herêma Cizîrê: Dewleta Tirk a dagirker gundên Guzeliyê, Um El Kêf, Tawîle, Til El Leben bi çekên giran û hewan topbaran kirin.

Çeteyên dewleta Tirk li gundê Dibs kom bûn û hewl dan ji wir êriş herêmê bikin, lê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ew hewldan têk bir û 2 çete birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker gundên Bobî, Esediyê û Mihermle yên Zirganê 60 caran bi hewan û doçkayan topbaran kirin.

Hêzên me her tim bersiva topbaranan dan.

Herêma Firatê: Dewleta Tirk a dagirker gundên Carxilî, Zormixar, Xirab Eto, Xirabîsan, Koran û bajarokê Şiyûx ên Kobanê 5 caran bi hewan, 12 caran bi çekên giran û carekê bi tankan û doçkayê topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker gundên Cedîde, Erîda, Qezelî, Xirbet Nayif, Ebû Sira, Îbrahîm Kurdo, Dibis û Zenûbya yên Girê Spî bi hewan û çekên giran topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker gundên Hoşeriyê, Ewn Dadat û Mehsenlî yên Minbicê du caran bi hewan û carekê bi çekên giran topbaran kir.

Her wiha dewleta Tirk bajarokê Oymer ê Tirwaziyê 2 caran bi çekên giran topbaran kir.”

 

Nûçeya berê

Hewlêr û Bexda li ser êrişên Tirkiye û Îranê komîsyonek hevbeş avakirin

Nûçeya pişt re

Li Kelarê panelek li ser sedemên zêdebûna şidetê hat lidarxistin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Partiyên Kurdistanî li Kerkûkê civiyan

Partiyên Kurdistanî li Kerkûkê civiyan

Rêbendan 31, 2023
Çalakiyên zayendî li sinorê parêzgeha Silêmaniyê hatin qedexekirin

Çalakiyên zayendî li sinorê parêzgeha Silêmaniyê hatin qedexekirin

Rêbendan 31, 2023

Komeleya Qurbaniyên Helebce: Divê parlemento yasaya taybet bi qurbaniyên kîmyabaranê erê bike

Ji Wargeha Bêrsivê 231 koçber vegeriyan Şengalê

Şehîd Aram li ser gora xwe hate bibîranîn

PDK û YNK carek din dicivin

Nûçeya pişt re
Li Kelarê panelek li ser sedemên zêdebûna şidetê hat lidarxistin

Li Kelarê panelek li ser sedemên zêdebûna şidetê hat lidarxistin

Yên Li Pêş

Dijwar Feqîr û Meclîsa Gel a Xanesorê ne bi balafirên bêmirov, bi mayînan têne hedefgirtin

Dijwar Feqîr û Meclîsa Gel a Xanesorê ne bi balafirên bêmirov, bi mayînan têne hedefgirtin

Rêbendan 31, 2023

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS Maseya MÎT’ê ya Şengalê û Parastinê, Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Dijwar Feqîr û teqandina Meclîsa Gel a...

Peyama Şehîd Viyan Caf a ji bo jinên êşkişandî yên Kurd

Peyama Şehîd Viyan Caf a ji bo jinên êşkişandî yên Kurd

Rêbendan 31, 2023

Şehîd Viyan Caf ku digot, min bersiva hemû pirsên xwe di PKK’ê de dît, berê niha 17 salan, li dijî...

Ji Wargeha Bêrsivê 231 koçber vegeriyan Şengalê

Ji Wargeha Bêrsivê 231 koçber vegeriyan Şengalê

Rêbendan 31, 2023

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku ji Wargeha Bêrsivê 1 a li Zaxoyê 231 koçber vegeriyan Şengalê. Wezîra...

KODAR: Raperîna gelê Beluç mafek demokratîke

KODAR’ê ji bo mexdûrên erdheja Xoyê banga alîkariyê kir

Rêbendan 31, 2023

KODAR'ê ji bo alîkariya bi mexdûrê erdhejê bang kir û diyar kir ku alîkariya bi xelkê me yê Xoyê ku...

Çima destura Herêmê nehatiye nivîsandin û kî nahêle destur were nivîsandin?

Çima destura Herêmê nehatiye nivîsandin û kî nahêle destur were nivîsandin?

Rêbendan 31, 2023

Piştî rûxandina rejima Baas di sala 2003’an de destura nû ya Iraqê hat nivîsandin. Yek ji madeyên wê destûrê di...

Girtiyên jin banga rawestandina cezayê darvekirinê kirin

Girtiyên jin banga rawestandina cezayê darvekirinê kirin

Rêbendan 31, 2023

7 jinên girtiyên siyasî yên li Îranê girtîne, dijberiya xwe ya li dijî cezayê darvekirinê anîn ziman û xwestin ku...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist