QSD’ê encama 24 saetên dawî ya ‘Berxwedana Rûmetê’ eşkere kir

image_print

Yekşem, 17 Nov 2019 – 15:55  NAVENDA NÛÇEYAN

QSD’ê encama 24 saetên dawî ya ‘Berxwedana Rûmetê’ eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê encama 24 saetên dawî a Berxwedana Rûmetê eşkere kir.


Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encama 24 saetên dawî a Berxwedana Rûmetê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê eşkere kir.

QSD’ê diyar kir ku di 24 saetên dawî de êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi çekên giran û balafirên bê mirov berdewam kirine.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

“Artêşa dagirker û komên çete yên bi ser wê ve, êrişên xwe yên bi çekên giran û balafirên bêmirov dewam kirin.

Til Temir

Artêşa dagirker, bi armanca amadekariya dagirkirina herêmên nû, bi balafirên bêmirov li seranserê eniyê tevgera xwe domand.

Eyn Îsa

Artêşa Tirk a dagirker gundê Bîr Kîno yê nêzî herêma Qiz Elî bi tank û obusan bi dijwarî topbaran kir. Artêşa dagirker her wiha gundê Mişêrfa da ber obus û hewanan û di encamê de ziyanên madî gihîştin mal û milkên şêniyan.

Di encama êrîşên artêşa dagirker a bi çekên giran de 2 hevalên me şehîd ketin, 4 hevalên me birîndar bûn.”

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re
Tîrmeh 2020
P S Ç P C C P
 12345
6789101112
13141516171819
20212223242526
2728293031  

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist