کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
În, Gulan 20, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

QSD’ê li Hesekê, Dêrazor û Reqayê dijî çeteyan dest bi operasyonek berfireh kir

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
23/01/2022 - 3:41:27 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
QSD’ê li Dêra Zorê li dijî DAIŞ’ê dest bi operasyonê kir

ARŞIV

FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

QSD’ê ragihand ku di şerê 3 rojan yê li Hesekê de 175 çete hatine kuştin, girtîgeh bi temamî hatiye kontrolkirin û got, li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li Hesekê, Reqa û Dêra Zorê bi 10 hezar şervanî dest bi operasyoneke mezin a paqijkirinê kirine.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser rewşa dawî ya şerê li Hesekê daxuyaniyek da û agahiyên berfireh parve kir.

Daxuyaniya Fermandariya QSD’ê wiha ye:

Girtîgeha Sînaa ji bo ewlehiya cîhanê xetereye

“Ji hêla raya giştî ve baş tê zanîn ku êriş û gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên me bi dijwarî dewam dikin. Wekî tê zanîn beriya niha balafirên bêmirov yên dewleta Tirk li Kobanê 6 ciwanên me şehîd xistibûn. Piştre jî êrişên dewleta Tirk yên li ser gundên Eyn Îsa, Zirgan û Til Temirê yên li ser sivîlan zêdetir bûn. Hêzên me li hember van êrişan berxwedaniyeke bi bandor meşand û him gelê me him jî gund û bajarên me li hember van êrişên dagirkeriyê parastin. Di demekê ku hêzên me di xetên temasê yên herêmên dagirkirî de di nava berxwedanê de ne, çeteyên DAIŞ’ê êrişeke berfireh li ser girtîgeha Sinaa ya Hesekê pêk anîn. Ev girtîgeh, girtîgeha herî mezin a herêmê ye ku çeteyên DAIŞ’ê tê de têne girtin. Ev girtîgeh ne tenê ji bo herêmên me ji bo ewlekariya hemû cîhanê girtîgeha herî xeter e.

Ji Serêkaniyê, Til Ebyad û Iraqê 200 çeteyên xwekuj tevlî êrişê bûn

Li gor îtirafên hinek çeteyên êrişkar ku hatine girtin, tê gotin ku di van êrişan de herî kêm 200 çeteyên xwekûj cih girtiye û hinek ji van çeteyan ji Serêkaniyê û Til Ebyadê û hinek ji wan jî ji milê Iraqê hatine û van çeteyan xwe di Taxa Xwêran de bi cih kiriye. Piştî amadekariyên 6 mehan, di roja 20’ê Kanûnê de, saet derdora 19:30’an, bi seyareyên bombe barkirî êrişa ser girtîgehê pêk anîn. Bi êrişan ve çeteyên di girtîgehê de jî êrişê karmendên girtîgehê yên wekî tendûristî, xwarinpêj û ewlekariyê kirine û hewildana revê kirine. Di derbarê aqûbeta van karmendên me de hîn jî agahiyên zelal nehatine bi dest xistin. Hewildana çeteyan ya revê piranî bê encam hat hiştin, lê belê hinek çeteyan karîbûn ku xwe bigihînin bînayeta Faqûlteya Îqtîsatê ya li kêlaka girtîgehê. Lê belê hêzên me derdora girtîgehê û herêmê xistin bin kontrolê. Lê esas şerê dijwar bi şaneyên ku ji derve de êriş dikirin pêk hat. Him li taxa Xwêran a Şerqî him li taxa Heyî Zuxûr û him jî li qada Panaroma pevçûnê dijwar qewimîn û heta niha piraniya van şaneyên êrişkar hatine tasfiye kirin. Cardin li Taxa Xwêran hin sixinaqên wan yên veşartî û çekên giran yên wekî doçka jî hatine desteserkirin.

Girtîgeh di bin kontrola hêzên me de ye

Di encamê de girtîgeh niha di bin kontrola hêzên me de ye û tedbîrên pêwist hatine girtin û hewildanên wan yê revê ji binî ve têk çûye. Ji aliyê din ve niha hêzên me kar dikin da ku di hûndirê girtîgehê de jî kontrol çêkin. Lê belê em texmîn dikin ku hîna 2-3 şaneyên wan li Taxa Xwêran mabin û ji bo vê yekê li Taxa Xwêran operasyon berdewam e.

175 çete hatin kuştin

Di şerê van 2-3 rojan de zêdeyî 150 çeteyên êrişkar û 15 çeteyên ku dixwestin ji girtîgehê birevin û bi hêzên me re ketin pevçûnê hatine kûştin. Bi giştî 175 çete hatine kuştin.

27 şervan şehîd bûn

Di şerê van 3 rojan de 27 şervanên me jî bi qehremanî şehît ketin.

Bi tevlibûna 10 hezar şervanan operasyona paqijkirinê destpêkir

Niha rewş ketiye bin kontrolê û me dest bi operasyonekî berfireh ya paqijiyê kiriye, ango bi tevlîkirina 10 hezar şervanên QSD’ê û hêzên ewlekariya hûndir ve hamleyekî dijber yê paqijkirina DAIŞ’ê em didin destpêkirin. Li hember şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî û hewildanên wan yên tevlîheviyê operasyonekî berfireh li herêmên Hasekê, Reqa û Dêrezorê hatiye destpêkirin.

Di van 3 rojan de hêzên me yên QSD’ê, her weha hêzên asayîşê û HPC qehremantî û zîrektiyekî mezin nîşan dan. Her weha di vê operasyonê de hêzên koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê jî bi hêzên me re bi awayekî çalak û hemahengiyê de cih gitine.

Sipasiya xelkê Xwêran û Hesekê dikîn

Her weha gelê me yê Xwêran û yê Hasekê jî alîkariyekî mezin bi me re kir. Li ser vê yekê em gelê xwe spas dikin, lê belê hinek şaneyên DAIŞê yên êrişkar yê ku hîna hêzên me di dûv wan de ne û dixwazin bê bandor bikin hene. Ji bo vê yekê daxwaza me ew e ku di serî de gelê me yê Hasekê û hemû hemwelatiyên me, bi hêzên ewlekariyê re bibin alîkar. Hêzên me niha pir bi baldarî tevdigerin ji bo ku zerar negihîje sivîlan. Ji ber ku çete xwe di nav sivîlên Xwêran de vedişêrin û em bi baldarî û bi sebir tevgerdigerin da ku zerar negihîje sivîlan, mal û canê wana.

Em ê bermahiyên DAIŞ’ê têk bibin

Me wekî QSD çawa ku bi biryardarî û fedakariyekî mezin li hember DAIŞê şerek mezin meşand û qaşo dewleta wê ya mezûm têk bir, him herêmên xwe û him jî cîhan ji bela wê rizgar kir, em di heman biryar û îradê de ne ku bermahiyên DAIŞê yê mayî jî têk bibin. Emê nîhayiyen ango bi şiklekî mayînde cîhanê ji vê belayê rizgar bikin. Biryarbûna me ev e û bersiva me li ser vê êrişa DAIŞ’ê wê di vê çarçovê de be. Lê em pêwist dibînin ku hinek agahiyên din jî bi raya giştî re parve bikin.

Li gorî îfadeyên hinek ji van DAIŞ’iyên ku hatine girtin, berpirsiyarên wan li hêla Tirkiyê û li hêla herêmên dagirkirî yên wekî Serêkaniyê ne û dixwazin ber bi hêla wan ve birevin. Qismek jê jî ji hêla Ramadî yê Iraqê hatine û ev balkêşe ku di vê dema ku hêzên me bi DAIŞ’ê re mijûl dibû de li xeta Eyn Îsa hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wî êrişî baregeh û mewziyên hêzên me kirin û bûn sebeba şehadeta 3 şervanên me, lê li dijî vê êrişa wan berxwedaniyeke tûnd çêbû û ew êrişa wan hat şikandin. Her weha di xeta Til Temirê û Ebû Rasên de jî kombûn û êrişên wan hene. Hemwextiya van êrişan û êrîşa DAIŞê ya bi hev re manîdar e. Lê belê wekî hêzên QSDê, me heta niha çawa ku herêmên xwe û gelê xwe bi fedakariyekî mezin li hember hemû rengên êrişan parastiye, ji vir û şûnde jî emê biparêzin.”

 

Nûçeya berê

Bihezaran Şengalî bi dirûşma, “Xweserî Mafê me ye” meşiyan

Nûçeya pişt re

Meclisa Malbatên Şehîdan: Çalakiya li Sêmalkayê dê li deverên din bidome

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Ji Berdevkê Wezareta Tendûristiyê derbarê bûyera şevê din de daxuyanî

Ji Berdevkê Wezareta Tendûristiyê derbarê bûyera şevê din de daxuyanî

Gulan 20, 2022
Serdana gel a ji bo Amarayê hate astengkirin

Serdana gel a ji bo Amarayê hate astengkirin

Gulan 20, 2022

Xazî Kerkûkî: Kengê Barzanî behsa Kurdayetî û biratiyê bike, bizanin xiyanetek di rêde ye!

2. Konferansa Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Mexmûrê destpê kir

Serkirdeyekî YNK’ê: Aliyên peywendîdar êrîşa dijî Zekî Çelebî bi berfirehî lêkolîn dikin!

Nûnera HDP’ê: Ji bo êrîş dûbare nebin, divê kujer bên eşkerekirin

Nûçeya pişt re
Meclisa Malbatên Şehîdan: Çalakiya li Sêmalkayê dê li deverên din bidome

Meclisa Malbatên Şehîdan: Çalakiya li Sêmalkayê dê li deverên din bidome

Yên Li Pêş

HDP’ê ji YNK’ê xwest bikujên Zekî Çelebî bigirin û ceza bikin

HDP’ê ji YNK’ê xwest bikujên Zekî Çelebî bigirin û ceza bikin

Gulan 19, 2022

Hevserokê Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Başûrê Kurdistanê Hîkmet Xetîb  diyar kir ku Zekî Çelebî têkoşer û...

Tevgera Azadî, RJAK û Yusuf Mihemed serdana malbata Çelebî kirin

Tevgera Azadî, RJAK û Yusuf Mihemed serdana malbata Çelebî kirin

Gulan 19, 2022

Piştî welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî hat qetilkirin, kesayet û aliyên siyasî ji bo sersaxiyê serdana malbata wî...

Ji bo cenazeyê Zekî Çelebî derbasî Bakur bikin amadekarî tên kirin

Ji bo cenazeyê Zekî Çelebî derbasî Bakur bikin amadekarî tên kirin

Gulan 19, 2022

Malbata Zekî Mihemed Çelebî ku li Silêmaniyê hate qetilkirin ji bo cenazeyê wî derbasî Bakurê Kurdistanê bikin amadekariyan dike. Niha...

HRE: 12 leşker û çete hatin kuştin

HRE: 12 leşker û çete hatin kuştin

Gulan 19, 2022

HRE’yê ragihand ku di çalakiyên şervanên wan  ên ku di navbera 12-17’ê Gulanê de li dar xistin de, 4 leşkerên...

Serkirdeyekî YNK’ê: Aliyên peywendîdar êrîşa dijî Zekî Çelebî bi berfirehî lêkolîn dikin!

Serkirdeyekî YNK’ê: Aliyên peywendîdar êrîşa dijî Zekî Çelebî bi berfirehî lêkolîn dikin!

Gulan 20, 2022

Endamekî Serkirdayetiya YNK’ê serdana malbata Mihemed Zekî Çelebî ku di êrîşeke çekdarî de li Silêmaniyê hate qetilkirin kir û ji...

2. Konferansa Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Mexmûrê destpê kir

2. Konferansa Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Mexmûrê destpê kir

Gulan 20, 2022

2. Konferansa Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bi beşdariya hemû endaman destpêkir. Di...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist