Ragihandina KJAR: Wê Kurdistan di her çirkeyekî de Nûjiyanek çêbike

image_print

Şemî, 25 Mar 2017 – 15:33 

Ragihandina KJAR: Wê Kurdistan di her çirkeyekî de Nûjiyanek çêbike

Komîteya Ragihandinê ya KJAR’ê got: “Divê dijmin û hevkarên wan baş bizanin keç û xortên leheng ên vî gelî wê ti demî destûr nedin ew bigihin armanca xwe û Kurdistan di her çirkeyekê de Nûjiyanek çêbike.”


NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Ragihandina Komelgeya Jinên Azadî Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) li ser şehîdxistina rojnameger Nûjiyan Erhan ku di dema êrîşên 3’ê Adarê komên çekdarên girêdayî PDK’ê de ji serê xwe bigiranî birîndar bû û 22’ê Adarê li Heseka Rojava şehîd bû, peyamek nivîskî weşand.

Di peyama KJAR’ê de wiha hat ragihandin; “Li welatekî ku desthilatdar li pey hîn zêdetir dîktatoriya xwe bide rûnişkandin de, gule li rojnamegeran tên reşandin. Her wiha li gel hemû ew êrîşên ku di dema werza Bihar û Cejna Newrozê de gelê me pê re rû bi rû dibe, carek din û di Biharek din de Newroza Kurdistanê bi xwîna jinek din a leheng hat xemilandin. Carek din rondikên çavên dayîkan rijandin.”

KJAR’ê wiha jî got; “Nûjiyan Erhan hevrê û hevxebata zindî ya Denîz Firat e. Di pêş cejna sala 2717 a Kurdî de ji aliyê leşkerên Tirk ên girêdayî PDK’ê de hedef hat girtin û şehîdxistin. Şehîdxistina Nûjiyan Erhan di rastiyê de derbek giranbû li bedena Şengalê ya ku xwe nû komî serhev dike û xwestin bi vê îradeya gel bişkînin. Belê divê dijmin baş bizanin ku keç û xortên leheng ên vê xakê wê ti demê nehêlin bigehin armanca xwe û Kurdistan jî di her çirketeyekê de Nûjiyanek din çêdike.”

Komîteya Ragihandina KJAR’ê di dawiya peyama xwe de wiha jî ragihand; “Em jî bi navê Komîteya Ragihandinê ya KJAR’ê, hemû êrîşên ku li hemberî xebatkarên çapemeniya azad tên kirin şermezar dikin. Her wiha dibêjin ku emê nehêlin ku xewin, têkoşîn û pênûsa şehîdên çapemeniya azad vala biçe. Her wiha daxwaz ji hemû xebatkarên çapemeniyê û bi taybetî jinan li gelemperiya Kurdistanê û Îranê dikin ku piştgiriya xwe ji bo şermezarkirina kujerên rojnameger û xebatkarên çapemeniyê nîşan bidin û xwedî li dengê çapemeniya azad bikin.”

Rojnameger Nûjiyan Erhan di êrîşên çekdarên PDK’ê ya 3’ê Adarê dijî bajarokê Xanesorê yê Şengalê de ku ji aliyê komên çekdar ve hedef hat girtin, bi guleya li serî ketî giran birîndar bû. Piştî têkoşîna jiyanê ya 19 rojan, di 22’ê Adarê de li Nexweşxaneya Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê şehîd bû.

(rn)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist