Raporek derbarê rêjeya darvekirinê de hate eşkere kirin

Rêxistina Têkoşîna bi êşkence û darvekirinê re (ORTE) têkildarî dayîna cezayê darvekirinê û pêkanîna wê de raporek weşand. Li gorî raporê  di nava salên 2015-2016’an de 4 kes li Herêma Kurdistanê hatine darvekirin û 353 girtî jî cezayê wan yê darvekirinê heye.


Îro Roja Cîhanî ya Têkoşîna bi Cezayê Darvekirinê re ye. Bi vê boneyê Rêxistina Pêşî lê girtina êşkence û darvekirinê (ORTE)  raporek berfireh têkildarî cezayê darvekirinê li cîhanê, Iraq û Herêma Kurdistanê weşand.  

Berfirehiya rapora ku hatiye weşandin wiha ye;

Hevpeymaniya Cîhanî ya Têkoşîna bi cezayê darvekirinê re di sala 2012’an de hate damezrandin. Di sala 2013’an de jî roja 10’ê Cotmehê weke Roja Cîhanî ya Têkoşîna bi Cezayê Darvekirinê re destnîşan kir. Ev jî bû sedem ku Yekîtiya Ewropa (NY) di sala 2017’an roja 10’ê Cotmehê weke Roja Cîhanî ya Têkoşîna bi Cezayê Darvekirinê re diyar kir.

Di salên 1972-1977’an de  12 welatên Ewropa cezayê darvekirinê bi temamî ji qanûnên welatê xwe rakirin.

Di salên 1980’an de jî bi dehan welatên cîhanê cezayê darvekirinê rakirin. Ji vana 104 welat cezayê darvekirinê bi temamî rakirin, 40 welat pêkanîna cezayê darvekirinê betal kir, 7 welat jî cezayê darvekirinê ji bo hinek sûcan hiştin û ji bo hinek sûcan jî rakirin. Li 57 welatan jî cezayê darvekirinê hîn heye, li 29 welatan jî cezayê darvekirinê tê pêkanîn.

Welatên ku herî zêde cezayê darvekirinê pêk tînin

Çîn, Îran, Iraq, Pakîstan, Erebîstana Siûdî

Di 10 salên borî de li van 5 welatan çend kes hatine darvekirin jî wiha ye;

Çîn: 1019

Îran: 4180

Erebîstana Siûdî: 985

Iraq: 796

Pakîstan: 591

Di du salên borî de jî piraniya darvekirin li van 5 welatan pêk hatiye.

Li Herêma Kurdistanê di navbera salên 2008-2015’an de cezayê darvekirinê yê kesê ne hatiye pêk anîn. Lê, di Tebaxa 2015’an de zilamek û du hevserên wî hatine darvekirin. Di 11’ê Kanûna 2016’an de jî kujerê Mîneya 18 mehî ku navê wî Ebdulla Hisên bû hatiye darvekirin.

Li gorî agahiyan di sala 2017’an de li Herêma Kurdistanê cezayê darvekirinê li 34 kesan hatiye birîn. Niha bi giştî 353 girtiyên cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn li Herêma Kurdistanê hene, ji vana 20 jê jin in.

Li Iraqê di 10 salan de cezayê darvekirinê li 1808 kes hatiye birîn, 829 kes jî hatine darvekirin.

 Darvekirin ne tenê li girtîgehan pêk tê

Darvekirin ne tenê li girtîgehan pêk tê. Car heye ji aliyê desthilateke siyasî ve, ji aliyê komên çekdar ve ji ber mijarên siyasî, netewî, bawerî û yanjî zayendî jî darvekirin an jî qetilkirin çêdibin.

Di sala 2014’an de bi hatina DAIŞ’ê re li gundê Koço ya Şengalê komkujî pêk anîn û li Hewîce jî gelek pêşmerge heya niha windane û çarenûsa wan nayê zanîn.

Di 13’ê Nîsana 2016’an de Îtlaata Îranê welatparêzê Kurd Kemal Şêxsade li Pêncwên qetil kir.

18’ê Tîrmeha 2018’an Îqbal Mûradî li Pêncwên hate qetilkirin.

Roja 8’ê Tebaxê Komara Îslamî ya Îranê bajarokê Koyê ya ser bi Hewlêrê mûşekbaran kir. Di encamê de 16 endamên HDK û HDK-Î şehîd bûn.

Di heman rojê de Îranê 3 girtiyên siyasî yên Kurd Zanyar Mûradî, Loqman Mûradî û Ramîn Hisên Penahî darve kir. Piştî van darvekirinan girtiyên dîl yên HDK’ê yê di destê Îranê de bûn Kemal Ehmed û du pêşmergeyên din jî hatin darvekirin.

25’ê Îlonê li bajaroka Derbendîxan a ser bilsêmanî Loqman Şehabî yê xelkê Rojhilatê Kurdistane li ber mala xwe hat gulebaran kirin û hewla qetilkirina wî hate dayîn. Di encamê de bi giranî birîndar bû.

Her wiha gelek caran girtî ji ber êşkenceya giran û ne dermankirinê jî jiyana xwe ji dest didin.

Kuştina bi dehan kolberên li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, yanjî Bakur û Başûrê Kurdistanê jî cûreyeke din a darvekirinê ne.

Di xwepêşandanên gelê Besre ya di meha Tîrmehê de 16 xwepêşander ji aliyê hêzên ser bi Wezareta Navxweyî ya Iraqê ve hatin qetilkirin.

Li bajarê Semawe jî hêzên Iraqê gulebarandin li ser xwepêşanderan û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Bexda û Besra 4 jin hatine qetilkirin

Li Bexda û Besra bi giştî 4 jin hatine qetilkirin. Navê wan wiha ye, çalakvana mafê mirovan a li Besra Suad Hebîb Elhelî, Dr. Refîf Eliyasrî, ya li navenda ciwankariyê, Dr. Reşa Elhesen, navenda ciwankarî û Tara Faris Şemhun nimayîşkara cil û bergan.

Li Bakurê Kurdistanê binpêkirinên li dijî Ocalan û girtiyên siyasî

Li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi aweyekî din îdam pêk tê. Mirov dikare bi navê mirina hêdî hêdî bi nav bike. Ev jî ji bêparhiştina girtiyên siyasî ji dîtina rojê ye. Ango ji tîrêjên rojê bêparhiştine. Berdewamkirina êşkenceya derûnî û fizîkî, weke 20 sale li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin. Herwiha derman nekirina girtiyên siyasî yên nexweş yên ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene. Heta ku dimirin ji tedawîkirinê bêpar dihêlin. Di qonaxa lêkolînan de derketiye ku carna ji ber êşkenceya dijwar girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, di sala 2016'an de bi giştî hezar û 32 kes û di sala 2017'an de jî 933 kes li 23 welatên cuda hatine darvekirin.

Li gorî Rêxistina Têkoşîna bi Êşkence û Darvekirinê, hejmara kesên hatine darvekirin gelek ji vêya hatî eşkerekirin zêdetir e. Ji ber ku ew welatên ku darvekirinê pêk tînin, hejmara tam di derbarê darvekirinan de eşkere nakin.

Em weke Rêxistina Têkoşîna bi Êşkence û Darvekirinê re, daxwaz dikin ku li Herêma Kurdistanê, Iraq  û cîhanê cezayê darvekirinê were rakirin û êdî nemîne, roja 10'ê Cotmehê jî bibe wesîleya rakirina cezayê darvekirinê.

 (bz)