Rejîma Îranê kolberek kuşt, 4 jî birîndar kir

Li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi awayeke sîstematîk kolberên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve tên qetilkirin. Di du rojan de kolberk hate kuştin û 4 jê birîndar bûn.


Li gorî nûçeya Kolber News’ê di 4’ê Kanuna 2018’an de li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li navçeya Kanî Zerdîya ya Serdeştê pastarên Îranê komek kolber gulebaran kirin. Di encama êrîşa pasdaran de kolberê bi navê Cehfer Mûnîr (38) birîndar bû. Di heman demê de li nêzî heman herêmê pastarên Îranê gulereşandin li ser komek din a kolberan. Di encama vê êrîşê de jî kolberê bi navê Adil Şefîq birîndar bû.

Şevê din li lûtkeya Çiyayê Kêleşînê jî komek kolber ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin gulebarankirin. Di encama êrîşa hêzên rejîmê de kolberê Bi navê Qadir Salihiyan jiyana xwe ji dest da.

Her wiha li Bêtûşa Serdeştê jî pasdarên Îranê gule li komek din a kolberan reşandin. Di encamê de kolberê ji bajarê Bokanê ya Rojhilatê Kurdistanê giran birîndar bû. Hate gotin ku kolberê birîndar rakirine nexweşxaeya bajarê Serdeştê.

Di heman rojê de li bilindahiya Dalamperê, kolberê bi navê Omer Nebî Zade yê niştecihê Mirgewera Urmiyê, bû hedefa guleya pasdarên Îranê  û bi giran birîndar bû. Omer Nebî ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Urmiyê.

Hêjayî bibîrxistinêye ku tenê di meha Mijdarê ya derbasbûyî de 30 kolber li ser sînorê Rojhilat, Bakur û Başûr hatine kuştin.

 (ep/bz)