Rêveberiya Tenduristiya Silêmaniyê daxwaza dirêjkirina qedexeyê kir

Rêveberê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî diyar kir ku ji hikûmetê xwestine ku qedexeya derketina ji derve heta 15’ê Nîsanê were dirêjkirin û got ku eger hikûmet daxwazê ji wan bike wê ji bo parvekirina mûçe riyên tenduristiyê bêjin.


Rêveberê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî eşkere kir ku ji hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestine dema qedexeya derketina ji derve dirêj bikin.

Di peyama Rêveberê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî de wiha tê gotin;”Me pêşniyar ji hikûmetê kiriye ku heta 15’ê Nîsanê karantîna û derketina ji derve weke niha bi tundî berdewam bike.  Riyên hatinûçûnê bigirin. Ji bo parvekirina mûçe jî ger hikûmet bixwaze, di warê hunerî de ne erkek zehmete. Eger hikûmet daxwazê ji me bike, em ê pîvan û tedbîrên pêwîst bidînê ka çawa mûçe bide.”

(ab)