Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ragihand, Hevserokên Nivîsgeha Edaletê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek ya dewleta Tirk a dagirker de li nêzî navçeya Girkê Legê şehîd bûn.
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê li ser hesabê xwe yê facebookê, ragihand ku hevserokên Nivîsgeha Edaletê di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk de şehîd bûne.
Meclisê got:“Bi serbilindî û şanazî Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê şehîdbûna hevseroketiya Nivîsgeha Edaletê; Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero di encama hedefgirtina wan de ji aliyê balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk ve li ser navendan digeriyan, radigihîne.
Em sersaxiyê ji xwe û malbatên şehîdan re dixwazin û soza meşa li ser şopa wan didin.
Şehîd namirin.”