کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Sêşem, Gulan 17, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Rêveberiya Xweser: Plana DAIŞ û dewleta Tirk hate pûçkirin

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
24/01/2022 - 2:19:46 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
Rêveberiya Xweser: Plana DAIŞ û dewleta Tirk hate pûçkirin
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya çeteyên DAIŞ’ê ewlehiya herêmê têk bibe û destnîşan kir ku ‘plana qirêj’ a herî dawî ya li Hesekê hatiye têkbirin.

Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Armanca sereke ya êrişê kontrolkirina Hesekê û dabînkirina korîdorekê ji bo terorîstan di navbera kampa Hol û Til Temirê de ye.

Careke din îsbat bû ku zîhniyeta dewleta Tirk bi rêve dibe, li ser daxwaz û hêviyên berfirehbûn û dijminane ava bûye ku xak û mirovan li Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef. Dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe yên DAIŞ`ê hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe, projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dagirkirina yekser an jî hedefgirtina sivîlan bi rêya dronan, tune bike.

Vê carê çete li baregehên taybet ên li Serêkaniyê, Girê Spî perwerde kirin û şandin taxa Xiwêran a Hesekê û êrişî girtîgeha Sînaa kir ku derdora 5 hezar DAIŞ`î tê de hene. Li gel neparastina hikumeta Şamê sînorên Sûriyê û bêdengiya wê li hember destwerdana domdar a dewleta Tirk li dijî axa Sûriyê, ji vê yekê armanc dike ku Hesekê kontrol bike, korîdorekê ji bo terorîstan di navbera Til Temir û kampa Holê de û heta Iraqê veke. Ev mudaxele li dijî qanûnên navneteweyî û serdestiya welatekî ye. Lê hêzên me bi piştgiriya gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Koalîsyona Navneteweyî ev plana kirêt têk bir.

Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li Rêveberiya Xweser derkeve. Li hember komployên li hundir û derve piştgiriya wê bike. Em fedakariyên şehîdan silav dikin ku li hember DAIŞ`ê li ber xwe didin. Em fedakariyên şehîdan silav dikin û bang li koalîsyonê dikin ku rola xwe pêk bîne û hewl bide tundrawên ji nasnameyên cuda vegerîne welatên wan.”

 

Nûçeya berê

Li Kerkûkê teqîn: 3 leşkerên Iraqê mirin

Nûçeya pişt re

Li Selahedîn 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Şandeya Rêveberiya Xweser serdana Tevgera Goran kir

Şandeya Rêveberiya Xweser serdana Tevgera Goran kir

Gulan 17, 2022
Mamostayan carek din xwestin mûçeyê wan were dayîn

Mamostayan carek din xwestin mûçeyê wan were dayîn

Gulan 17, 2022

Li Qeladizê Festîvala Hespsiwariyê

Li Silêmaniyê 130 kesan serdana nexweşxaneyê kirin

Balafira dewleta Tirk malek welatiyan bombebaran kir

Li Xanesorê civîna gel: Em ê heta dawî li Şengalê xwedî derkevîn

Nûçeya pişt re
Li Selahedîn 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Li Selahedîn 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Yên Li Pêş

Asayîşa Êzdîxanê bû hêviya veger û parastina gel

Asayîşa Êzdîxanê bû hêviya veger û parastina gel

Gulan 17, 2022

Piştî fermanê bi avabûna hêzên parastina cewherî yên Şengalê re 200 hezar kes vegeriyan ser axa xwe. Di nav 6...

Li Xanesorê civîna gel: Em ê heta dawî li Şengalê xwedî derkevîn

Li Xanesorê civîna gel: Em ê heta dawî li Şengalê xwedî derkevîn

Gulan 17, 2022

Li Bajarokê  Xanesorê ya  Şengalê li ser geşedanên dawî yên li herêmê, ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û...

Li Mexmûrê TJCM-TCM’ê li dijî tecrîdê dest bi rêze çalakiyan kirin

Li Mexmûrê TJCM-TCM’ê li dijî tecrîdê dest bi rêze çalakiyan kirin

Gulan 16, 2022

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan yên Mexmûrê û Tevgera Ciwanên Mexmûr (TJCM-TCM) bi...

‘Girtiyên Şêladizê bi elektrîkê hatine êşkencekirin’

‘Girtiyên Şêladizê bi elektrîkê hatine êşkencekirin’

Gulan 16, 2022

Îro di rûniştina dadgehê ya pênc girtiyên Şêladizê de eşkere bû ew di girtîgehê de bi lêdana boriyan, elektrîkê û...

‘Civaka Şengalê bê parastin nabe’

‘Civaka Şengalê bê parastin nabe’

Gulan 17, 2022

Çalakvanê siyasî yê Şengalê Şêx Nûrî got, ji ber xeterî û gefên li ser civaka Êzidî hene, pêwîst dike hêza...

Komkujiya Hewlêrê: Eger saxbin berdin, kuştîbin hestiyê wan bidin

Komkujiya Hewlêrê: Eger saxbin berdin, kuştîbin hestiyê wan bidin

Gulan 16, 2022

Xizmên şehîdên Komkujiya Hewlêrê daxwaza çarenûsa zarokên xwe kirin û gotin; “Eger saxin û di girtîgehê dene, berdin. Eger hatine...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist