Rewşenbîrên ji Başûr: Mayîna hêzên Tirk metirsiya li ser herêmê ye

Duşem, 28 Berfanbar 2015 – 07:15 

Rewşenbîrên ji Başûr: Mayîna hêzên Tirk metirsiya li ser herêmê ye


NAVENDA NÛÇEYAN

Ji Başûrê Kurdistanê 902 akademîsyen, aktivîstên civaka sivîl, doktor, endazyar, karsaz, parêzer, nivîskar, rojnamevan û parlamenterên ji Başûr di nameya xwe ya ji bo Serokê Parlamentoya YE Martîn Schulz nivîsandin de, wiha gotin; “Mayîna hêzên Tirk li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê metirsiyên li ser herêmê zêdetir dike.”

902 rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê ku dinava wan de Dr. Kirmanc Gundî, parlamenter Perwa Elî Hema, Dr. Fayîq Gulpî, Dr. Bêrîvan Doskî, Dr. Adil Mehmûd û Dr. Helgurd Mihemed Derwêş jî heyîn, bi armanca nerazîbûna li hemberî hatina leşkerên Tirk a ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê nameyek ji bo serokê parlamentoya Yekîtiya Ewropa Martîn Schulz nivîsandin. Di nameyê de wiha hat gotin; “Em bawer dikin ku derbas kirina hêzên Tirkiyeyê ne ji bo rizgarkirina Mûsilê ye.”

Rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê di nameya xwe de bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê sivîl ê Herêma Kurdistanê û wiha gotin; “Li cihê DAIŞ’ê bombebaran bike, çiyayê Qendîlê bombebaran dike. Di êrîşên demên dawî yên balafirên dewleta Tirk de 11 sivîl hatin kuştin.”

Di nameyê de wiha hat gotin:

“Ji bo Birêz Serokê Parlamentoya YE Martîn Schulz

Dema li salên buhrî binêrin, ji serê salên 1990’an vir de, dem dem dewleta Tirk hewl daye sînorên xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê derbas bike. Yekem, ew li hemberî rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya nû hatî avakirin bûn, niha jî dixwazin vê dibin navê rizgarkirina Mûsilê ji DAIŞ’ê de veşêrin. Lê jêderên herêmî bi dengek bilind radigehînin ku di destpêka têkoşîna dijî rêxistina terorê DAIŞ’ê ya li Iraqê, daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo kontrolkirina Herêma Kurdistanê hîn zêdetir bûye. Balafirên Tirkiyeyê ji hemû demê zêdetir dest bi bombebarana herêmên me kirin û hemû pîvanên navneteweyî binpê kirin. Gundên sivîlên bê tewan rûxandin, jin û zarok jî dinav de, gelek kesên sivîl jî qetil kirin.

Di êrîşên hewayî de 11 sivîl hatin kuştin

Di êrîşên demên dawî yên balafirên dewleta Tirk de 11 sivîl hatin kuştin. Gelek lawirên xelkê herêmê telef bûn û çandiniya gundiyan zererek mezin dît. Li gorî çavdêriyên navneteweyî 2 hezar leşkerên Tirk bi çekên giran, bi hinceta di rizgarkirina Mûsilê de wê destekê bidin hêzên Iraqê li ser xaka Herêma Kurdistanê hatine bicihkirin. Piştî vê yekê Serokkomarê Iraqê Fuad Masûm û Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî û hikûmeta Navendî ya Iraqê çend caran bangên leşkerên Tirk ji herêma Kurdistan û Iraqê vekişin kirin.

Hatina hêzên Tirk ne ji bo rizgarkirina Mûsilê ye

Em bawer dikin ku derbas kirina hêzên Tirkiyeyê ne ji bo rizgarkirina Mûsilê ye. Lê hîn zêdetir ji bo kûrtir kirina nakokiyên mezhebî yên navbera Sunne û Şîeyên Iraqê de ye. Her wiha dixwazin ew hêviyên dane gelên herêmê yên di pêvajoya aştiya Kurd û Tirkan de, cardin li ser qezencên ji herêma Mûsilê bi dest bixin, nû bikin. Lê tê dîtin ku erka Tirkan li Sûriyeyê xirakirina destkeftiyên Kurdan e. Her wiha Tirkiyeyê di demek wiha de derbaskirina sînorên Iraqê ku hikûmeta Iraqê pirsgirêkên aborî, leşkerî û siyasî dijî, ji bo xwe weke fersetekê dibînin. Leşkerên Tirk demek wisa de sînorên xaka me derbas dikin ku, keç û kurên me bi lehengî li ser navê civaka navneteweyî şer dikin û xaka xwe ji DAIŞ’ê diparêzin. Hemû civaka dinyayê şahidiya ku tenê yekane hêza dikare bi berdewamî li dijî hêzên reş ên DAIŞ’ê têbikoşe, gerîlayên PKK, şervanên YPG û pêşmergeyên Kurd in. Niha jî piştî sê yan zêdetir salên têkoşîna bi xwîn û dijwar a li dijî DAIŞ’ê, Tirkiye bi şêweyekî ne ji dil ku dibin zexta hemû dinyayê de tevlî koalîsyona dijî DAIŞ’ê bûye. Dîsan li gel tevlîbûna wê ya nav vê koalîsyonê jî, her roj li cihê DAIŞ’ê bombebaran bike, çiyayê Qendîlê bombebaran dike. Ev jî diyar dike ku armanca tevlîbûna Tirkiyeyê ya vê koalîsyonê dibin navê têkoşîna dijî terorê de, DAIŞ’ê weke hincetek ji bo bombebarankirina hêzên Kurd bikar tîne.

Di encamê de em kesên ku me ev nameye îmze kiriye, weke akademîsyen, aktivîstên civaka sivîl, doktor, endazyar, karsaz, parêzer û her weke din ji bo gelê sivîl, herêmê û dinyayê aştî û aramî dixwazin. Belê em bawer dikin mayîna Tirkiyeyê ya li herêmê ya bi destekdayîna DAIŞ’ê û binpêkirina pîvanên navneteweyî, aramiya herêmê wê xira bike. Ji bo vê yekê em ji parlamentoya YE daxwaz dikin ku ji bo Tirkiye bi şêweyekî zû li ser xaka Iraq û Kurdistanê vekişe, pêngava pêwîst bavêje. Her wiha em ji YE daxwaz dikin ku ji bo Tirkiye vegere ser mêzeya çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd zextê bike, pêş ku hîn zêdetir kesên sivîl jiyana xwe winda bikin.”

(sk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist