Rêxistina Rewşenbîrî bi daxuyaniyekê ragihand ku paşxistina hilbijartinê berevajîkirina rewatiya dengê dengdêran, destûrên Iraqê û yasaya hilbijartina Herêma Kurdistanê ye. Rêxistinê di daxuyaniya xwe de got: “Pêwîste Parlamentoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê girêdayî destûrên Iraqê be.”
Li Silêmaniyê Rêxistina Rewşenbîrî derbarê paşxistina hilbijartinê de daxuyaniyek a çapemeniyê da.
Rêxistinê di destpêka daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dema karkirina parlamentoyê dawî lê tê, lê hewla demdirêjkirina pêvajoyê tê kirin û hate gotin: “Paşxistina hilbijartinê berevajîkirina rewatiya dengê dengdêran, destûra Iraqê û yasaya hilbijartina Herêma Kurdistanê ye. Pêwîste Parlamentoya Herêma Kurdistanê girêdayî destûrên Iraqê be. Me bi xwe jî yasa hene, lê parlamento ne girêdayî wan e.”
Di dewama daxuyaniyê de hate eşkere kirin ku yek ji xirabiyên dirêjkirina pêvajoya dema karkirina Parlamentoyê, dirêjkirina dema hikûmetê ye û wiha da zanîn: “Rewatiya parlamentoyê namîne û guman dixe ser her yasa û biryarên ku werin girtin. Li gorî yasayan demek diyar ê karkirina parlamento û hikûmetê heye. Hikûmetek demkî nîne û demê wê diyar nîne.”
Di daxuyaniyê de behsa qanûnên parlamentoyê hate kirin û hate diyarkirin ku divê Parlamentoya Herêma Kurdistanê yasaya dirêjkirina dema karkirina parlamentoyê qebûl neke. Her wiha destnîşan kir ku ji bo biryareke wiha divê vegerin ser dengdanê û dengê gel esas bigirin.
(fk)