Rêxistina Zar: Me tenê rûreşiya vê desthilatdariyê dîtiye

Bi boneya pêncemîn salvegera qetilkirina rojnamevan Kawa Germiyanî, rojnamevanên Hewlêrê li ber avahiya Parlementoya Herêma Kurdistanê kombûn û daxwaza zelalkirina doza Germiyanî kirin.  


Bi boneya pêncemîn salvegera Rojnamevan Kawa Germiyanî, rojnamevanên Hewlêrê li ber avahiya Parlementoya Herêma Kurdistanê kombûn. Rojnamevanan li vê derê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Daxuyanî ji aliyê endamê Rêxistina Zar Behzad Muhsin ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku, Kawa Germiyanî ji ber rastbêji û eşkerekirina gendeliya berpirsan hate qetilkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di nava salên derbasbûyî de qetilkirina Soran li Kerkûk, Serdeşt li Hewlêr, Kawa li Germiyanê, Vedat Hisên û Şukrî Zeynedîn li Dihokê û şehîdên 17’ê Sibatê li Silêmanî ji bilî rureşî û qetilkirinê me tiştekî din yê vê desthilatdariyê nedîtiye.”

Li ser navê Rojnamevanên Hewlêree daxuyaniyek ji aliyê rojnemevan Seîd Ebdulah ve hat xwendin û têde Rojnamevan Kawa Germiyanî hat bibîr anîn û qetilkirina rojnamevanan hat şermezar kirin. Herwiha daxwaza ronîkriina dozên rojnamevanên hatine qetilkirin hate kirin.

(Şk)