RJAK’ê bi daxuyaniyek nivîskî piştigriya xwe ya ji bo kampanyaya îmzeyan ya ji bo derxistina leşkerên Tirk ji xaka Başûrê Kurdistanê eşkere kir. RJAK’ê bang li hemû jinan kir da ku dijî dagirkeriyê xwedî helwestek netewî bin.
Kampanya îmzeyan a ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê, ku bi pêşengiya Jin ên Ciwan ên Têkoşer bi çarçoveya Pêngava “Birûxîne” ya Seferberiya Heftanînê tê lidarxistin, dewam dike. Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi daxuyaniyek nivîskî piştgiriya xwe a ji bo kampanaya îmzeyan eşkere kir.
Daxuyaniya RJAK’ê wiha ye;
“Em weke RJAK piştgiriya xwe ji bo kampanyaya îmzeyan ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê a bi pêşengiya Ji ên Ciwan ên Têkoşer, di çarçoveya Pêngava “Birûxîne” ya Seferberiya Heftanînê, tînin ziman. Dewleta Tirk gelek herêmên Rojhilata Navîn dagirkiriye. Lê herî zêde bala xwe daye ser dagirkirina Herêma Kurdistan û Iraqê. Dewleta Tirk ji sala 1992’an ve xaka Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Gelek komkujî pêkanî, herwiha dagirkirina aboriyê bi şêwazên cûda rêve dibe.
Niha ji ber lihevkirina 50 salan ya di navbera Tirkiye û Hikumeta Herêma Kurdistanê de, Tirkiye xwedî hemû nefta Herêma Kurdistanê ye. Ev yek ji bilî hebûna 4 hezar kampanyayên Tirkiye li Herêma Kurdistanê. Ev yek bûne sedemê dehan pirsgirêk dinavbera Bexda û Herêma Kurdistanê de. Mûçe nayê şandin, pirsgirêka aborî zêde bûye. Ji bo vê divê nerazîbûna dijî nebûna mûçe, nerazîbûna dijî dagirkeriyê jî be.
Li Herêma Kurdistanê, dewleta Tirk bi rêya dibistan û zanîgehên Tirkî, çandê dagir dike. Li gorî me çavkaniya tund û tujiya ser jinan, xwe dispêre dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Herêma Kurdistanê. Divê em jin li dijî gendelî, bê edaletî, tund û tujiyê û hemû dagirkeriyan derkevîn. Divê em bi çalakiyên demokratîk, helwesta xwe nîşan bidin û dijî hemû dagirkeriyan asta têkoşîna jinan bilind bikin.”
(nr)