Îro Roja Cîhanî ya Qurbaniyên Çekên Kîmyewî ye ku ji aliyê Netewên Yekbûyî ve hatiye diyarkirin. 16 sal di ser diyarkirina vê rojê re derbas dibe, lê hîna jî dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê çekên kimyewî bikartîne û Netewên Yekbûyî jî çavê xwe lê digrin.
Roja 11’ê Mijdara 2005’an Netewên Yekbûyî biryar da roja 30’yê Mijdarê wek Roja Cîhanî ya Qurbaniyên Çekên Kîmyewî diyarbike. Divê rojê de gelek çalakiyên cûda cûda li dijî bikaranîna çekên qedexekirî û kimyewî tên lidarxistin.
Lê niha jî dewleta Tirk a dagirker ku ew jî endamê Netewên Yekbûye, li Kurdistanê li dijî gerîla û gelê Kurd çekên qedexekirî û kimyewî bikartîne. Welatên Ewropa û Netewên Yekbûyî jî tevî nîşandana belgeyan heta niha bêdengin û çavê xwe li vê sucê dewleta Tirk digrin.
Çekên kimyewî çine?
Çekên kimyewî cûrekî çekane ku komkujî pê çêdibin. Karanîna wan li gorî yasayên navnetewî hatiye qedexekirin. Yanî hinek gazên jehrî û kujere, dema li ber mirovan dikeve dikuje. Bi gelek rêyan tê karanîn, bi rêya topan, hewan, muşek, katûşa, bombeyên destan, mayîn, bombeyên balefiran û hinek car jî li asîmanan de tê avêtina xwarê. Di sedsala bîstan de zêdetirî 70’ê cûrên çekên kimyewî hatine tomarkirin ku bi şêweyê şil, gaz û madeyên req bûn.
Ziyanên çekên kimyewî
Çekên kimyewî bandorek gelek xirab li ser mirovan, zindiyan û jîngehê heye û kujere. Li cihê ku çekên kimyewî tên bikaranîn bandorek xwe ya mezin li ser jîngehê jî çêdike.
Li Başûrê Kurdistanê karanîna çekên kimyewî
Rejima Baas di 16’ê Adara 1988’an de li Helebceyê çekên kimyewî bikaranî û zêdetirî 5 hezar welatiyên sivîl şehîd bûn û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Şeş roj piştî wê, di 22’yê Adara 1988’an de bajaroka Sêwsênan bi roketên katuşa ku gazên kimyewî têde hatibûn bicihkirin, hat bombebarankirin. Bi heman awayî gundên Belekcar, Dukan ên devera Qeredax bi çekên kimyewî yên cûrê demar hatin bombekirin. Piştre roja 3’yê Gulana 1988’an gundên Guptepe, Esker bi gazên kimyewî hatin bombekirin. Ji beriya wê jî li bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê li dijî Kurdan hatibû bikaranîn.
Heta niha jî çekên kimyewî li dijî Kurdan tên karanîn
Roja 5’ê Mijdara 2021’an Komîteya Tenduristiyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), Doktorên Sînornenas (MSF), Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT), rêxistinên mafên mirovan û parêzvanên mafên mirovan kir.
Komîteyê, ji bo lêkolînkirina gazên bi jehr û çekên bi kîmyewî yên ji aliyê artêşa Tirk ve têne bikaranîn bang kir û ragihand ku ew amade ne ji bo vê lêkolînkirinê bi her awayî alîkariyê bikin.
KCK’ê di daxuyaniya xwe de got; “Dewleta Tirk a qirker salên dûr û dirêj e ku li dijî gelê Kurd û gerîlayên azadiyê çekên kîmyewî û gazên bi jehr bi kar tîne. Ev yek heta niha bi rengekî veşartî dikir. Van 6 mehên dawî li çiyayên Kurdistanê şerekî giran diqewime û hêzên dagirker ên dewleta Tirk derbên giran ji gerîla dixwin. Hêzên dagirker ên dewleta Tirk ku li gel derfetên xwe yên teknîkî jî li pêşberî hêzên me yên gerîla bêçare mane, giranî dane ser bikaranîna çekên kîmyewî û gazên bi jehr. Beriya niha gelek caran bi belgeyan hate ispatkirin ku li Rojava çekên kîmyewî bi kar anîn. Hêzên dewleta Tirk li Heftanîn, Metîna, Zap û Avaşînê jî çekên kîmyewî û gazên bi jehr gelek caran bi kar anî û ev yek hate ispatkirin. Dewleta Tirk a qirker êdî nikare çekên kîmyewî yên bi kar tîne veşêre û hêzên NATO û PDK jî nikarin veşêrin ku piştevanê herî mezin ê dewleta Tirk e. Ji ber vê yekê jî pêwîstiyê bi veşartinê nabînin û êdî bi rengekî eşkere bi kar tîne.”
Heft mehin dewleta Tirk li dijî herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê dest bi êrişek berfireh a dagirkeriyê kiriye. Gerîla jî li beramberî vê êrişê berxwedaniyek mezin nîşan dide û rê nade xaka Kurdistanê were dagirkirin. Gerîla derbên giran li artêşa Tirk dixe. Li beramber de jî dewleta Tirk ji bo binkeftina xwe veşêre, li dijî gerîla çekên kimyewî bikartîne. Li gorî daxuyaniya dawî ya HPG’ê di nava şeş mehên borî de artêşa Tirk 323 caran li dijî gerîla çekên kimyewî bikaraniye. Di encama van êrişan de jî 33 gerîla şehîd bûne.
(kş)