Roja Rojnamegeriya Kurdî li Kerkûkê hat pîrozkirin

image_print

Şemî, 22 Avrêl 2017 – 16:11 

Roja Rojnamegeriya Kurdî li Kerkûkê hat pîrozkirin

Roja Rojnamegeriya Kurdî li Kerkûkê bi tevlîbûna gelek rojnamegerên Kurkûkê bi dû çalakiyên cûda hat pîrozkirin.


SORAN MIHEMED / KERKÛK

Îro navenda Metro ya ji bo Parastina Mafê Rojnamegeran û Rêxistina (IMC) ya Almanî li salona çalakiyan yên dibistanan di salvegera Rojnamegeriya Kurdî de merasîmek pêk anîn. Di heman demê de, di çalakiyek din de xelatên rêzgirtinê pêşkêşî dezgehên ragihandinê yên Kerkûkê hatin kirin.

Di merasîmê de li ser rewşa ragihandina Başûrê Kurdistanê anketek hate çêkirin.

Li gorî encamê anketê rewşa dayîna zanyarina ji bo rojnamegeran ji salên borî baştir bû.

Nûnerê Navenda Metro yê Kerkûkê Şalaw Mihemed di merasîmê de axivî û got: “Sala 2016’an jî Navenda Metro salvegara rojnamegeriya Kurdî li bajarê Kerkûkê pîroz kir. Me sala 2016’an şeş xal radestî parêzgeha Kerkûkê kir ji bo zêdtir xizmeta rojnamegerên bajarê Kerkûkê were kirin. Beşek ji wan xalan hatin bicih anîn.”

Şalaw Mihemed ev jî got: “Li gor sala 2016’an asta dayîna zanyariyan ji bo rojnamegeran bi berçav hatiye zêdekirin. Em dixwazin îsal jî saziyên hikûmetê berpirsên hikemetê di dayîna zanyariyan ji rojnamegeran re cûdakariyê nekin. Her wiha em dixwazin alîkariya madî û manevî ji rojnamegerên bajarê Kerkûkê re were kirin.”

Piştre Waliyê bajarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm jî di merasîmê de axivî û got: “Ez di destpêkê de vê rojê li hemû rojnamegerên Kurdistanê û bi taybet rojnamegerên Kerkûkê pîroz dikim. Bê guman di pêşveçûna bajarê Kerkûkê de roleke girîng ya rojanemegan hebû. Bi taybetî di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de.”

Necmedîn Kerîm di dirêjiya axaftina xwe de anî ziman ku divê rojnameger xwedî li erkên xwe yên exlaqî derkevin û ji pêşbaziya tayfî û olî dûr bikevin û got: “Em weke îdareya parêzgeha Kerkûkê di aliyê dayîna zanyarîdayîna rojnamegeran de ti cudakariyê nakin. Divê rojnameger jî hemû aliyên bajarê Kerkûkê rast derxin holê.”

Li aliyê din bi heman boneyê îro li Hola Şehîd Sîrwan Talabanî ya li Mala Rewşenbîrî ya Kerkûkê xelatên rêzgirtinê ji dezgehên ragihandinê re hatin dayîn.

(at)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist