ROJEVA 11.01.2019

image_print

În, 11 Jan 2019 – 08:15  NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS

ROJEVA 11.01.2019

-Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li Hewlêr, Silêmanî, Mexmûr û Şengalê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin, berdewam dikin.


-Welatiyên herêma Germiyan a parêzgeha Silêmanî piştgiriya xwe ji bo çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Ocalan ragihandin. Welatiyan diyarkir ku medyaya Başûrê Kurdistanê giringiyê nade van çalakiyan, an wê zêdetir xelk beşdarî çalakiyên greva birçîbûnê bibûna.

–Li hola Rewşenbîrî ya bajarê Silêmaniyê, wê çileya Ebdulrehman Xelîfe bê kirin. (14:30)

-Bertekên li dijî êrîşên dewleta Tirk û tecrîda li ser Ocalan berdewam dike. Di vê çerçoveyê de çalakvana çepgir ya Rojhilatê Kurdistanê diyarkir ku azadiya Ocalan tê wateya azadiya gelan, bi sedan sale dagirkeriya li ser Kurdistan dewam dike û îro jî ev bi tecrîdê dewam dike.

-Zerdeştiyên Herêma Kurdistanê balkêşan ser giringiya pêkanîna kongreya netewî û diyarkirin ku tenê bi kongreya netewî wê pirsgirêkên her çar parçeyên Kurdistanê werin çareser kirin. Zerdeştiyan destnîşan kirin ku ji bo Efrînek din çênebe, pêwîste Kurd yekitiya xwe ava bikin.

-Di rojên dawî li navçeyên çiyayî yên Herêma Kurdistanê berfek zêde barî. Li herêma Balekayetî jî berfek zêde barî. Herwiha li navenda Çomanê jî nêzîkî 30 santîm berf bariye. Ji ber zêde barîna berfê rêya bi dehan gundan hatine girtin.

 

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist