Rojnamevan Dilîşan û Hogir li Qamişlo hatin bîr anîn

Nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed di yekemîn salvegera şahadeta xwede ji aliyê hevpîşe, heval û malbata xwe ve hatin bîr anîn.


Malbat, hevpîşe û hevalên rojnamevan Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed di yekemîn salvegera şahadeta xwede li Qamişlo hatin bîr anîn. Dilîşan û Hogir ku nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê bûn, di 12'ê Cotmeha 2017'an de di encama teqîna siwareyeke bombekirî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li gundewarê Hesekê şehîd bûn. Bi vê boneyê hevrê û malbata şehîd Hogir Mihemed mersîmek lidar xistin. Di merasîmê de gelek rojnamevan û nûçegihanên dezgehên çapemeniyê beşdar bûn. Di merasîmê de her wiha hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad Sîpan Can û Evîn Mîrza beşdar bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre serokê Desteya Edîtoriya Ajansa  ANHA'yê Dilşad Cûdî axivî û dazanîn ku têkoşîna hersê şehîdan Hogir, Dilîşan û Rizgar Denîz ji bo rewşa koçberan ku ji hovîtiya DAIŞ'ê û rêjîma Sûriyeyê direviyan bişopînin şehîd bûn.

Cûdî behsa kesayeta herdu şehîdan Hogir Mihemed û Dilîşan Îbiş kir û wiha domand: "Şehîd Dilîşan nûnertiya jina azad di çapemeniya Kurdî de dike. Şehîd Hogir Mihemed jî nûnertiya mirovê berxwedêr û azad li ser riya rastiya gel dike û her du li ser vê riyê gihîştin asta şehadetê."

Dilşad Cûdî di dawiyê de soza şopandina riya şehîd Hogir Mihemed û şehîd Dilîşan Îbiş û şehîd Rizgar Denîz da ku dê têkoşîna xwe li ser riya zelalkirina rastiya şoreşa Bakurê Sûriyeyê bidomînin."

Piştre Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad Sîpan Can axivî û li ser navê Yekîtiya Ragihandina Azad em sersaxiyê ji hemû rojnamevan û ajansa ANHA'yê û tevahî gel re xwest. Divê em lehegiya şehîdên çapemeniyê ji bîr nekin. Em ji gelê xwe re dibêjin ku em ti carî kamereyên wan li erdê nahêlin û em ê şopdarên riya wan bimînin."

Di merasîmê de bavê şehîd Hogir Mihemed, Feysel Mihemed axivî û wiha got: "Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind im. Paya şehadetê nabe para her kesî û ji bo azadiyê divê em canê xwe feda bikin" .

Di dawiyê de Feysel Mihemed sersaxî ji gelê Kurd û hemû rojnamvevanan re xwest.

(bz)