Şandek ji YNK’ê serdana berxwedana li Hewlêrê kirin

Berxwedana greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê ya li dijî tecrîda li ser Ocalan hatî destpêkirin 186 roj li pey xwe hişt. Bi heman armancê çalakiya Nasir Yagiz jî bi biryardarî dewam dike. Bi vê armancê şandeyek ji Yekıtıya Nîştîmanî Kurdistan(YNK) serdana çalakiya greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ ê kirin.


Berxwedana greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin di roja 186'an de ye. Berxwedana Nasir Yagiz jî bi heman armancê di roja 186'an de bi biryardarî dewam dike. Bi vê armancê şandeyek ji YNK’ê serdana çalakiya greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP ê kirin. Şande ji parlamantera berê ya Iraqê Rebîa Hemed û Endamê peywendiyên karê derve yê YNK’ê Azad Jolî pêkdihat.

Li ser navê şandeya YNK’ê Parlamantera berê ya Iraqê Rebîa Hemed axivî û wiha got: “Çalakiyên greva birçîbûnê çalakiyekî medeniye û ji bo azadî û demokrasiyê ye. Çalakiyên greva birçîbûnê bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan hatiye despêkirin. Ji bo maf û aramiya gelê Kurd li Bakûrê Kurdistan û Tirkiye hatiye despêkirin. Ev bi qasî 6 mehan ciwanên Kurd li Kurdistan, Tirkiye, girtîgeh û derveyî welat li dijî tecrîdê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirine.”

Rebîa Hemed di dewama axaftina xwe de got: “Çalakiyên greva birçîbûnê dengek mezin li cîhanê vedaye. Ev çalakiyane wisan kir ku dewleta Tirk gavê paşde bavêje. Ev çalakiyên gelê Kurd bandoriyek mezin li ser siyaseta Ewropa jî kiriye. Ev pêlên çalakiyan li tevahî parçeyên Kurdistanê belav bûye. Li Başûrê Kurdistanê li nûnertiya HDP’ê di pêşengtiya Heval Nasir Yagiz de ev zêdetirî 6 mehin çalakiyê greva birçîbûnê hate despêkirin. Em hêvî dikin ku rewşa tendirûstiyê ya Nasir Yagiz baş bibe.”

Parlamantera berê ya Iraqê Rebîa Hemed herî dawî ji got: “Em hêvî dikin bi van çalakiyê medenî gelê Kurd mafê xwe bidest bixwe. Ez weke parlamantera berê ya Iraqê piştgiriya xwe ji bo çalakiyê greva birçîbûnê diyar dikim. Pêwîste gelê Kurd bi çalakiyên medenî zêdetir daxwaza mafên xweyê rawan bikin. Bi vekirina deriyê guftugoyan re emê zêdetir bikaribîn daxwaza mafên xwe bikîn.”

(ep)