Şandeya HDP’ê û KCD’ê bi serokkomarê Iraqê re civiya

Şandeya bi serokatiya hevserokên HDP’ê Sezaî Temellî û hevserokê KCD’ê Berdan Oztûrk bi Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih re civiya.


Şandeya HDP’ê û KCD’ê ya bi serokatiya hevserokên HDP’ê Sezaî Temellî û Berdan Ozturk rêze hevdîtinên xwe yên li Herêma Kurdistanê didomîn. Di çarçoveya rêzehevdîtinan de îro li Silêmanî serdana Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih kir.

Şande ji aliyê Seroka Koma YNK’ê ya li parlementoya Iraqê Ciwan Iıhsan, Endama Serkirdayetiya YNK’ê Nermîn Osman û şêwirmendê Serokkomarê Iraqê Salar Mehmûd û Dr. Berhem Salih ve hate pêşwazî kirin.

Salih xêrhatina şandeyê kir û kêfxweşiya xwe ya ji serdanê anî ziman û got, “Min xwest ez we li mala bavê xwe ya li navenda Silêmanî pêşwazî bikim. Hemû hevdîtinên xwe yên li Silêmanî li vê malê dikim. Kêfxweşim bi serdana we, bixêr hatin.”

Hevdîtina li gel Salih ji çapemeniyê re girtî pêktê.

Wê îro şandeya HDP’ê û KCD’ê di saet 14.30’an de serdana Tevgera Azadî bikin.

(bz)