Şandeya KNK’ê bi nivîskar û mamostayê zanîngehê Dr. Kamuran Mentik û siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman re civiyan. Di civînan de behsa girîngiya yekîtiya nav mala Kurdan û partiyên siyasî de hate kirin.
Serdanên şandeya KNK’ê li Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Şandeya KNK’ê ya bi serokatiya Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad, duh bi awayek cûda li Hewlêrê bi nivîskar Dr. Kamuran Mentik û Dr. Mehmûd Osman re civiyan.

Piştî şande bi Dr. Kamuran Mentik re civiyan, Dr. Mentik ji Rojnews re axivî û got; “Şandeya KNK’ê di dem û rewşek gelek hestyar de hatiye Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku bi giştî Kurdistan, bi taybet Başûrê Kurdistanê, di qonaxek hestyar de derbaz dibin. Dema wê hatiye ku di nava mala Kurdistan de peywendiyek xurt çêbibe. Divê Kurd li pirsgirêkan temaşe bikin û nebin dar destê ti welatekê. Divê Kurd ji bo ku bi xwe li herêmê bibin hêzek bi bandor, kar bikin.”

Endamê şandeya KNK’ê Cemal Hacî axivî û got; “Bi taybet di van şert û mercên dijwar ku dagirker dixwazin Kurdistanê dagir bikin, em dixwazin ji bo yekîtiya nav mala Kurdan were bi hêz kirin, nexşerêyek bihêz bibînin. Pêwîstiya Kurdistanê bi diyalogek nîştimanî û hemahengiyê heye. Ji ber ku rejîma dagirker bê ku cûdahî bixe nav, kar li ser tevlîhevkirina nava Kurdan dike.”

Piştî serdana Dr. Kamuran Mentik, şandeya KNK’ê serdana mala siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmud Osman jî kir. Di serdanê de behsa rewşa niha ya Kurdistanê, yekîtiya nav mala Kurdan û partiyên Kurdî hate kirin.
(nr)