Hevdîtinên şandeya KNK’ê yên li gel alî û rêxistinên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Şandeya KNK’ê serdana Hizba Demokrata Kurdistana-Îran (HDKA) kir. Di civînê de qala rewşa aloz ya li Başûrê Kurdistanê û giringiya yekîtiya netewî hate kirin. Berpirsên HDKA’yê dan zanîn ew piştgiriyê didin hewildanên KNK’ê yên ji bo yekîtiya netewî û çareserkirina pirsgirêkan.
Di saetên êvarê de şandeya KNK’ê li navçeya Koyê serdana HDKA’yê kir. Şande ji aliyê Berpirsê Peywendiyên Giştî yê HDKA Mihemed Nezîf û berpirsên din ên partiyê ve hate pêşwazîkirin.
Piştî civînê Berpirsê Peywendiyên Giştî yê HDKA Mihemed Nezîf têkildarî naveroka civînê ji Rojnews’ê re axivî û got: “Em li gel şandeya KNK’ê hemfikrin ku divê carek din bi ti awayek şer di navbera aliyên Kurdî de çênebe. Di civînê de hate gotin ku divê hemû alî bi giyanê hevkarî û yekrêziyê pirsgirêkan bi rêya giftugoyan çareser bikin. Em hewildanên KNK’ê yên ku ji bo çareserkirina pirsgirêk û nêzîhevkirina aliyane, giring dibînin. Ji bona wê tişta ji destê me jî tê emê bikin daku pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin.”
Piştre Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus jî spasiya HDKA’yê kir û da zanîn helwesta wan ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan û yekîtiya nava hêzên siyasî erênî bû. Qeremus got, “Me her du aliyan jî di civînê de anî ziman ku divê aloziyên heyî bi dawî werin, ji berku tenê dijmin ji van aloziyên navbera Kurdan de hene, sûd werdigre.”
(kş)