Hevdîtinên şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistan yên li gel aliyên siyasî yên Başûr didome. Şandeyê serdana Partiya Sewz a Kurdistanê kir. Di civîna navbera her du aliyan de li ser pirsgirêk û aloziyên ku li Başûrê Kurdistanê hene, axivîn.
Di saetên êvarê de şandeya KNK’ê li Silêmaniyê serdana Partiya Sewz a Kurdistanê kir.
Di civînê de li ser hewildanên derxistina şer li Başûr û giringiya yekîtiya netewî hate axaftin.
Hate ragihandin Partiya Sewz a Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo hewildanên şandeya KNK’ê nîşandaye û diyarkir ew li dijî hemû alozî û hewildanên şerê navxwe ne.
(kş)