Şandeya Neteweyên Yekbûyî serdana Îdareya Şengalê kir

Şandeyek ji Beşa Karûbarên Mayinan a Neteweyên Yekbûyî (UNMAS) serdana Îdareya Şengalê kir. Di serdanê mijara paqijkirina mayinên di nava gundên Şengalê de hat gotubêjkirin.


Şandeya bi pêşengiya Nûnera UNMAS’ê ya Iraqê Clara Faz, îro hat Şengalê û li avahiya Qaymeqamtiyê bi Îdareya Şengalê re civiya.

Di civîna kuSerokê Meclîsa Demkî yaŞengalê Seîd Milhim û Qaymeqamê Şengal Fehed Hamid jî amade bûn de, li ser paqijkirina mayin û teqemeniyên li gundên Şangalê hat rawestîn. 

Rêveberên Îdareya Şengalê di civînê de derbarê reşwa Şengalê de 2 rapor pêşkêşî şandeya UNMAS’ê kirin. Endamên şandeyê jî soz dan ku ewê tişta dikeve ser milê wan pêk bînin û pêwendiya xwe bidomînin.

Nûnera UMNAS aIraqê Clara Faz di civînê de axivî û got: “Tişta em karibin emê ji bo Şengalê bikin. Lê hin tişt jî hene em nikarin. Derbarê mijarê de emê pêwendiyên xwe yên bi Şengalê re bidomînin. Emê xebata xwe bimeşînin û herêmê bi temamî ji mayinan paqij bikin. Em ji qaymeqamtiyê dixwazin li ku derê mayin hebin, ji me re bêjin. Em dixwazin gelê vê axê wera ser warê xwe.”

Piştî civînê Endamê Meclîsa Demkî ya Şengalê Parêzer Qasim Xelef têkildarî hatine şandeyê ev agahî dan Rojnews: “Şande ev cara duyem e tê Şengalê. Karê wan rakirina mayinan e. Me jî derbarê rewşa herêmê zanyarî dan wan. Me xwest ku di zutirîn demê de herêm ji mayin û teqemeniyan bêpaqijkirin da ku gelê me karibe vegere ser axa xwe.

Xelef bibîr xist ku heta niha nêzî 30 kesan di encama teqîna mayinan de jiyana xwe ji dest dane û got: “Me ev zanyarî bi şandayê re parve kirin. Welatî dema ku diçûn gundan û li malên xwe dinêrîn, mayîn teqiyane û şehîd bûne. Hikûmetê heta niha gavên girîng ne avêtine.”

Xelef da zanîn ku wan di civînê de 2 rapor pêşkêşî şandeyê kirine û got ku yek ji van raporan li ser rewşa giştî ya Şengalê, yek jî têkildarî navên gund û deverên mayinkirî bû.