Şandeya Rojava serdana HDK’ê kir

Şandeya hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, li bajarê Hewlêr serdan HDK’ê kir. Her dû alî bihevre ciyan, serokê Partiya Çepa Kurd Mihemed got ku di civînê de behsa parastina destkeftiyên Kurdistanê û dagirkeriy dewleta Tirk hatiye kirin.


Şandeya hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro serdana Hizba Demokrata Kurdistan (HDK) kir. Şande  li bajarê Hewlêr bi şanda HDK'ê re civiyan.

Şandeya Rojavayê Kurdistanê ji rêveber û serokên partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê pêkhatiye. Di nava şandeyê de Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Şahoz Hesen jî heye.

Serokê Partiya Çepa Kurd Mihemed Musa di derbarê naveroka civînê de ji RojNews re axivî û got; “Civîna me dewlemend bû, me nirxandinên baş ji bo rewşa niha kir. Zêdetirî axaftinên me li ser rewşa Rojavayê Kurdistan û rêya çareserî ya demorkatîk bû. Herwiha di civînê li ser hevsengiya hizban hat axaftin. Mijarek din ya civîna me jî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Kurdistanê bû. Me behsa dagirkeriya Tirk ya ser Kurdistan û êrîşên wan yên ser Rojavayê Kurdistanê kir. Îro jî helwesta me zelale. Emê Ii dijî wan dagirkeran rawestin. Ev dagirkerî zordariyek mezin li ser gelê me. Divê hemû gelê me bihevre li dijî dagirkeriyê rawestin.”

Musa di dewamê de balkêşa ser helwesta Hizba Demokratîk ya Kurdistan û got; “Bi giştî helwesta wan baş bû. Me her dû aliyan jî behsa parastina destkeftiyan kir. Îro destkeftiyek mezin li Rojavayê Kurdistanê hatiye bidestxistin, di civînê de behsa parastina van deskeftiyane hat kirin.”

Ev 4 roje şanda Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê. Tê payîn serdana şandê ya jib o aliyên siyasî dewam bike.

Mijarên sereke yên şandeyê jî yekîtiya neteweyî ya Kurdan û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Kurdistanê ye.

(nr)