Şandeya Şengalê: Serdana me ya Mûsilê erênî derbas bû

Şandeya ku ji nûnerên saziyên Şengalê, serokêşîr û oldaran pêk dihat ku serdana Mûsilê kirin, têkildarî serdana xwe axivîn û diyar kirin ku hevdîtinên wan erênî derbas bûne.


Duh (14’ê Kanûn) şandeyek ji serok û nûnerên saziyên Şengalê, serok eşîr û oldarên Şengalê serdana bajarê Mûsilê kirin û bi Parêzgerê Mûsilê Necîm Ebdulah El Cibûrî û Fermandarê Operasyonên Nînewa Noman Ebid el Necim re hevdîtin pêk anîn.

Têkldarî seredanê endamên şandeyê ji Rojnewsê re axivîn;

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî ku di şandeyê de cihê xwe digirt diyar kir ku serdana wan erênî derbas buye û wan gelek mijar nîqaş kirine. Hisên Hecî wiha got; “Me li ser gelek mijarên ku di berjewendiya gelê Şengalê de ne, nîqaş kir. Yek ji mijarên ku me li ser nîqaş kir ew bû ku şaredariyên girêdayî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bibin fermî. Soz vê yekê ji bo me hat dayîn. Her wiha wê hinek şaredariyên ku di dema fermanê de hatine avakirin û xizmeta gel dikin fermî bibin. Ji bo xizmetên zêdetir jî wê pêwendiyên me bi wan re dewam bike.” Hisên Hecî da zanîn ku wê di demeke nêz de waliyê Mûsilê serdana Şengalê bike.

Ji rêveberên bajaroka Til Izer a Şengalê Celal Xelef jî têkildarî serdana wan axivî û wiha got; “Me hin mijarên ku di berjewendiya gelê Êzidî de ne, bi Parêzgerê Mûsilê û Fermandarê Operasyonên Nînewa re nîqaş kir. Me ji wan xwest ku têkiliyên bi hêzên parastinê re bên xurt kirin. Wan jî soz da ku wê têkiliyên xwe bi YBŞ’ê re xurt bikin. Her wiha ji bo paqjikirina gundan ji bermahiyên teqemeniyên DAIŞ’ê nîqaş hate kirin. Wê di demeke nêzîk de paqijkirina gundan ji teqemeniyên DAIŞ’ê were destpêkirin.”

(xb)